Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê salvegera şehadeta şehîd Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik de daxuyaniyeke nivîskî weşandin ku 11’ê Sibata 2024’an di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Hevrêyên me yên hêja Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik berî niha bi salekê 11’ê Sibata 2024’an di êrîşeke bêbext a dewleta Tirk a li ser navenda Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Qamişloyê şehîd bûn.
Hevrê Sorxwîn a ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Makuyê ye, ji Bakurê Kurdistanê warê egîdan Gabarê ji bo di berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de cih bigire derbasî Kobanê bû, bi esasî tenê ne gelê Kurd, tevahî mirovahî parast.
Hevala me Azadî jî ji warê Mihyedîn, Diljîn û Ferhadan Dêrika Hemkoyê bû, ji roja tevlî nav refên azadiyê bû heya şehadeta xwe ji bo serfiraziya gelan têkoşîn kir.
Hevrê Sorxwîn û Azadî bûn xwedawendên hemdem ên ji bo jiyana li ser esasê paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinê nirxên herî pîroz afirandin.
Weke gaziyên şer ji bo me heval Azadî û Sorxwîn nas kir û di bin berpirsiyariya wan de xebitîn, em serbilind û şanaz in.
Her kêliya Sorxwîn û Azadî bi şer, têkoşîn û berxwedan bû. Zanîbûn jiyaneke pîroz di nav rewşên herî awarte de bijîn. Di xisûsa ku ji vê jiyanê soza azadî û wekheviyê bidin gelan bi ser ketibûn.
Sorxwîn û Azadî li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo ji bo avakirina civaka li ser bingehê prensîbên exlaqî yên jina azad di nav têkoşîneke herî bi rûmet de bûn. Ruh û vîna her kêlî û pêvajoyan bûn. Lewma ji dijmin re bûn tirsa herî mezin. Ji ber vê dijmin ew her du pêşeng û qehremanên me kirin hedef.
Bi hêz, coş, ruh û îradeya şehîd didin me û her kêliyê wateyan li jiyan û têkoşîna me bar dikin, em ê ji tevahî astengî û zehmetiyan bibihurin.
Meşa me ya şoreşgerî ya ji aliyê Sorxwînan û Azadiyan rohnî dibe û bi tevlîbûna bi hezaran hevrêyan bênavber didome, wê bi serketinê tacîdar bibe.
Xwedîderketina li nirx, têkoşîn û berxwedana hevrê Sorxwîn û Azadî deynê stûyê me ye. Bi îrade, wêrekî û ruhê Azadî û Sorxwîn pêşxistina berxwedanê, rûmet û kerameteke herî pîroz e.
Careke din di yekemîn salvegera şehadeta heval Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik de em tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tinin. Şehîdên me timî bi me re dijîn. Bicihanîna hêvî û armancên wan erk û wezîfeya me ya herî esasî ye. Em soz didin tola wan rakin, welatekî azad ê tevahî gel û bawerî di nav de bi xwişk û biratî bijîn ava bikin.”