‘Em ê îsal dawî li komployê bînin û Rêber Apo car din bibînin’
Mûrşîde Resûl a ku 1992'an Rêber Apo dîtiye, got, “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û car din wî bibînin.”
Mûrşîde Resûl a ku 1992'an Rêber Apo dîtiye, got, “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û car din wî bibînin.”
Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku têkoşîna gelê Kurd têk bibe di sala 1999‘an de tevî hevalbendên xwe li ser Rêber Apo komploya navnetewî pêk anîn. Ev 27 sal in Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtiye. Dewleta Tirk a dagirker ev yek ji bo gelê Kurd giştî bêhêvî û bêhêz bihêle pêk anî, lê ne li bendê bû ku hêrs û berxwedana gelê Kurd di vê astê de mezin be.
Jina bi navê Mûrşîde Resûl a ku ji Qamişlo ye, bi Rêber Apo û welatê xwe re girêdayî ye.
Hezkirina wê ya Rêber Apo ew di sala 1992'an de bi karwanê gel biriye gel Rêber Apo. Mûrşîde Resûl ji bo dîtîna xwe ya Rêber Apo parve bike ji ajansa me ANF'ê re axivî.
‘DÎTINA RÊBER APO JI BO ME KELIYEK ZÊRÎN BÛ’
Mûrşîde Resûl da zanîn ku tiştê herî binirx welat e û wiha axivî: “Em tu carî welatê xwe ji dijmin re nahêlin û em ê di welatê xwe de jiyanek birûmet ava bikin. Em ji destpêka sala 1984‘an ve rêxistinê nas dikin. Fikir û felsefeya Rêber Apo di hişmendiya me de xwe bi cih kiriye û em li ser vê xetê têdikoşin. Rojekî hatin û gotin Rêbertî dixwaze gel bibîne. Em bi coş û heyecanek mezin tevlî karwanê gel bûn. Wê demê bi hezaran welatiyên Qamişlo xwe amade kirin ku Rêber Apo bibînin. Ligel ku Tevgera me veşartî jî bû wek gel em bi girseyî çûn gel Rêber Apo. 4 zarokên min hebûn û ew jî pir biçûk bûn. Min du ji wan bi xwe re birin. Roja ku em çûn gel Rêber Apo rêjekî dîrokî bû û em wê rojê tu carî jibîr nakin. Heta ku ji me tê em di hişê zarokên xwe de van rastiyan dinekşînin da ku Rêberê me di mejiyê her nifşî de zindî be. Ji xwe wê demê rewşa me ya madî pir lewaz bû. Tê bîra min, wê demê min çend lîre Sûriyeyê ji bo heqê rê derxînim ji cîranan deynkirin. Em gelek kes bûn. Wê demê pir zor û zehmetî hebûn. Ji ber ku rejîma Baasê hîn li ser xwe bû û kesî nikarîbû gotinek Kurdî bike yan jî bêje ez Kurd im. Wê demê temenê min ne zêde bû. Lê gelek jinên bi temen mezin jî ji bo Rêber Apo bibînin bi me re hatin. Dema em gihiştin Şamê, hin heval hatin pêşiya me. Ji bo rejîm pê nehese em bi hejmarên kêm tevdigeriya. Rejîma Baasê ji ber ku em Kurd û welatparêz bûn me bê nasname hiştibû. Me nikaribû bi hêsanî derbasî Libnanê bibin. Rêber Apo wê demê li Berliyasê bû. Em û çend jinên bi temen mezin bi tevî zehmetiyan û bi meş gihiştin Berliyasê.”
‘CIHÊ KU ME SEROKATÎ DÎT, JI BO ME WEK HEC Û BIHUŞTÊ BÛ'
Mûrşîde Resûl diyar kir ku ew bi hezaran kes çûn akademiya Rêber Apo û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em ji sînor hatin jinek bi temen mezin bi me re bû, lê nikarîbû bimeşe û pir diwestiya. Dema ez û zarokên xwe gihîştin akademiyê, min ji xwe re got, 'gelo ew jina bi temen mezin gihişt yan jî vegeriya?' Hîna min ev tişt difikirî, min dît ku du ciwan destê wê jinê girtine û ew jî gihandine akademiyê. Yanî ez dixwazim bêjim ku, ew cih ji bo me ji hec û bihûştê şêrîntir bû. Em 4 rojan li cem Rêber Apo man. Rêber Apo hat nav gel û gel bi kêfxweşî pêşwaziya Rêber Apo kir. Rêber Apo jî bi vê yekê kêfxweş bû. Tê bîra min, carekê Rêber Apo bi henekî kevirek rahîşte destê xwe û got, 'heger ez û hûn li hev nekin, ez ê vê kevirê bavêjim we.' Bi rûyekê ken ev gotin kir. Daxwaza dilên me bi çavên xwe dîtîna Rêber Apo bû. Ji ber ku dîtina Rêber Apo ji bo me xewn û xeyalek mezin bû. Dema Rêber Apo ew kevirê di dest xwe de avêt erdê, jinek ew kevir rakir û bi xwe re anî vir. Ew kevir ji bo wê bû bîranînek. Di roja duyemîn de li wir şahî hate lidarxistin. Di nav gel de yên Efrînî û Kobanî jî hebûn. Heta saet 2’yan me şahî lidar xist. Piştre gotin wê Rêber Apo were û biaxive. Em derketin û li qadê rûniştin. Ji 2'ê şevê heta 7'ê sibe me Rêber Apo guhdar kir. Rêber Apo got, 'bila gelê me heya seatên sibehê belav bibin û vegerin malên xwe.' Piştî gotinên Rêber Apo yên welatparêzî, wekhevî û demokrasiyê em bi rêketin û vegerîn cihên xwe."
‘EM Ê ÎSAL RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN’
Mûrşîde Resûl di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew roja ku Rêber Apo dîtiye tu carî ji bîr nake û bi wê dîtînê hezkirina welat a wê hîn zêdetir bûye û wiha axivî: “Em bi hêvî ne ku Serokê me di 15'ê Sibatê de ji zindanê derkeve. Ez soz didim, me çawa di wan salan de bi tevî zehmetiyan xwe gihand Rêber Apo, vê carê jî ligel temena xwe ez ê biçim gel Rêber Apo û wî bibînim. Dema ku agahî hat ku Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye girtin, ew roj ji bo me bû roja reş. Rêber Apo ruh, jiyan û kêfxweşiya me bû. Piştî komployê hêrs û kîna me zêdetir bû. Ji wê rojê ve em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin. Em bi hêvî ne ku îsal di salvegera dîlgirtina Rêber Apo de em Rêbertiya xwe azad bikin. Heger Rêber Apo rizgar bibe, wê cîhanê bihejîne."