FEDA'yê nerazîbûn nîşanî êrişa li ser gorên Elewiyan da

FEDA'yê nerazîbûn nîşanî êrişa li ser gorên Elewiyan ên li Elmanyayê da.

Li bajarê Lûdwîgsbûrgê yê Elmanyayê êriş li gorên Elewiyan hate kirin. Yên ku find û sembolên li ser goran şikandin û avêtin, Pêncşemê sixêf li sê jinên serdana Goristana Ost kiribûn û heqaret li nirxên Elewiyan kiribûn. Her wiha xemla melek a li ser gora zarokekî di 5 salî de wefat kir şikandin. Elewiyan diyar kirin ku beriya niha jî êrişên bi heman rengî hatin kirin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) têkildarî êrişê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nifşê zordar ê ku mafê jiyanê ya li ser xaka me nedan, bi êrişa li ser goristanan hewl dide tirsê bixin nava mirovan û bitepisînin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Yên ku bi êrişên li dijî goristanan hewl didin goran talan bikin, ji bîr dikin ku em ê gorên xwe bikin ziyaret û destûrê nedin ku ev hêz bi ser bikevin."