FEDA’yê jî ji bo 3’yê Îlonê bang kir
FEDA’yê bang li Elewiyan kir ku 3’yê Îlonê li Kolnê bicivin.
FEDA’yê bang li Elewiyan kir ku 3’yê Îlonê li Kolnê bicivin.
Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropayê (FEDA), têkîldarî 24. Festîvala Çanda Kurd a wê 3’yê Îlonê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin û veguhere mîtîngek mezin, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê wiha hate gotin; “Êdî dem e ku em li dijî Erdogan û faşîzma wî dengê xwe bi giştî bilind bikin, wek gel û baweriyên qadîm ên Mezopotamya û Anatolyayê dengê xwe bilind bikin, yekîtiya xwe ava bikin. Ev yekîtî wê li dijî faşîzmê, zilmê, hovîtiyê bibe yekîtiya mazlûman, gelên bi rûmet.”
Di dawiya daxuyaniya FEDA’yê de bang li Elewiyên li Ewropa dijîn hate kirin ku 3’yê Îlonê li Kolnê bicivin.