FEDA’yê encamnameya Kongra xwe ya Awarte ya 7. ragihand
FEDA’yê di encamdameya xwe de diyar kir ku ew ê zêdetir xwe tevlî têkoşîna serdema nû bikin.
FEDA’yê di encamdameya xwe de diyar kir ku ew ê zêdetir xwe tevlî têkoşîna serdema nû bikin.
Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropayê (FEDA), bi dirûşma 'li dijî zilma zordar meşa me ya lêgerîna heqîqetê berdewam dike', Kongra xwe ya Awarte ya 7. li Leverkusen a Elmanya pêk anî.
Di encamnameyê de hate gotin Bedrana Yildirim û Velî Kaya weke hevserok hatine hilbijartin.
Di encamnameyê de êrîşên qirker û komkuj ên AKP’ê hatin destnîşankirin, bal hate kişandin ser berxwedana gelan û hate diyarkirin ku êrîşên bi ser taxên Elewiyan de didomin.
Hate diyarkirin ku girtina hilbijartiyan, girtina sazî û dezgehên çapemeniyê parçeyek ji polîtîkayên têkşikînê ne û di serdema nû de ew ê hê xurtir xwe tevlî têkoşînê bikin.
'LI DIJÎ ZALIMAN ENIYA HEQÎQETÊ…'
Di encamnameyê de wiha hate gotin:
"Di rewşeke wiha de ku hişmendiya Qesrê ber bi şêtbûna desthilatdariya ve diçe, helbet ketiye çiravê de. Polîtîkaya wan a navdewletî têk çûye, ekonomî hêrifiyê. Desthilardariya ku hewl da ji nakokiyên taktîkî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsyayê sûd werbigire nema dikare têkçûna xwe veşêre. Ji rewşa heyî bi zêdekirina çewisandinê dixwaze derkeve. Li gel hemû polîtîkayên çewisandinê, pirnisandinê, çavtirsandinê, em bawer dikin ku civaka Elewî ji paşeroja xwe ve ya ku qet rajêrî zilmê nabe, ku hewce dike berxwedanê li ber xwe datîne, wê bi ûcdana civakê re bibe yek, li dijî zaliman di eniya heqîqetê de cihê xwe bigire, wê girêdana xwe ya hîsî, fizîkî a bi xaka welêt re ji çav derbas bike û hêzdar bike."