FEDA: Tehdîdên li ser civaka Elewiyan didome

FEDA: Tehdîdên li ser civaka Elewiyan didome

FEDA’yê der barê salvgera komkujiya Mereşê de daxuyaniyek da û diyar kir ku tehdîtinên komkujiyê yên li gelê Elewî didome û ev zînhiyet li Tirkiyeyê  hebûna civaka Elewî wek pirsgirêk dibîne, ji ber vê jî li ser Elewiyan tehdîda komkujiyê didome.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di 19-28’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê komkujî pêk hat û li gorî daneyên fermî 121 lê li gorî hejmarên ras bi sedan kest hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku fatureya komkujiyê ji bo kurdên Elewî yên Kizilbaş gelek giran bû û bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran birîndar bûne, bi dehezaran koç kirine.

Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Ligel ku 35 sal derbas bûye jî hêj birîn nehatine kewandin. Polîtîkaya qirkirina elewiyan ya ji Osmaniyan dewr hatiye girtin, di dema komara Tirkiyeyê de bi awyekî sîstematîk li Koçgirîn, Dêrsîm, Mereş, Çorum, Swas û Gaziyê berdewam kiriye. Ev komkujiyên plankirî bûn.  Ev plan bi belgeya ku ji çekmeceya Ecevît derket carek din hat piştrastkirin.  Lê berpirs nehatin cezakirin. Hêj tên parastin. Hêjî ev zîhiniyeta kujer tê parastin.  Ev zîhniyete xetereyeke mezine bo hebûna civak Elewiyan. Tehdîd hêj ji holê rabûne. Ligel ku 35 sal di ser komkujiyê re derbas bûye hêj wek duh komkujiya Mereşê di hişê mriovan deye. Vê komkujiyê bû sedam hilweşînên mezin.

FEDA’yê balkişand ser van xalan;

Divê ji bo hemû baweriyên Tirkiyeyê ewlehiya makeqanûnî pêk bê

Divê diyanet bi îvedîkî bê rakirin

Divê dewlet wek hev nêzî baweriyan bibe

Divê dersa olî ya ferzkirî bê rakirin

Divê malêncemê yên elewiyan-kizilbaşan wek navenda baweriyan bê qebûlkirin

Divê çêkirina mizgeftan ya li gundê elewiyan bê rawestandin, yên hatine çêkirin bê rakirin

Divê dewlet dest ji polîtîkayên asîmîlasyonê berde

Divê malê elewiyan yên hatine xesp kirin bê dayîn

Divê Madimakê bikin muzeya şermê

Divê dewlet arşîvên veşarî yên der barê komujiyan de aşkera bike