Faysal Sariyildiz li Fransayê wek ‘hemwelatiyê rûmetê’ hat qebûlkirin
Şaredariya Champîgny a girêdayî paytext Parîsê, Faysal Sariyildiz ê HDP’î wek ‘hemwelatiyê rûmetê’ qebûl kir.
Şaredariya Champîgny a girêdayî paytext Parîsê, Faysal Sariyildiz ê HDP’î wek ‘hemwelatiyê rûmetê’ qebûl kir.
Şaredariya Champîgny a girêdayî paytexta Fransa Parîsê, Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz wek ‘hemwelatiyê rûmetê’ qebûl kir. Serokê Şaredariyê Deminique Adenot di merasîmê de axivî, got piştgiriya gelê Kurd dikin.
Hemwelatîbûna ku şaredarî di çarçoveya “polîtîkayên piştevaniya gelên bindest” de dide, duh bi merasîmek girseyî pêk hat. Ji bilî Sariyildiz, Serokê Şaredariyê Deminique Adenot ê Serokê Partiya Komunîst e, endamên meclîsa şaredariyê, Hevşaredarê Îpekyolûyê Veysel Keser, Akademîsyen Dr. Esmeray Yogûn, Selîm Eskîîzmîrlîler, ji nûnerên HDP’ê yên Ewropayê Eyup Dorû, Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Vedat Bîngol, li ser navê Tevgera Jinê ya Kurd Nûrsel Kiliç, Serokê Komaleya Dostaniya Fransa Kurdistanê Sylvîe Jan û gelek kes tevlî merasîmê bûn.
ADENOT: EM PIŞTGIRIYA GELÊ KURD DIKIN
Serokê ŞaredariyA Champîgny Deminique Adenot di merasîmê de axivî, diyar kir niha gelê Kurd bi zextek mezin re hevrû ye û got, “Em piştgiriya gelê Kurd dikin.”
Adenot wiha axivî, “Ev hemwelatîbûna rûmetê, peyama aştî û piştgiriyê ye. Em dixwazin nîşan bidin ku di wan darazên sexte de ku wê mehên Çile û Sibatê bêne kirin, ne bi tenê ne. Ji bo şahideyek rastiyê bike, me ev hemwelatîbûna rûmetê daye. Lê mixabin, li eniya medyaya Fransa û Ewropayê jî hevkariyek mezin a versiyonên fermî hene.”
SARIYILDIZ: DIVÊ EWROPA TÊKÎLIYA XWE YA BI FAŞÎZMA ERDOGAN RE QUT BIKE
Sariyildiz jî wiha axivî; “Ev qebûlkirina mîna hemwelatîbûna rûmetê, sembolîk be jî pêşwazîkirinek girîng û germ bû. Di vê pêvajoyê de ku bajarên Kurdistanê tên wêrankirin, me bi serokê şaredariyê re hevdîtin kir. Gelekî bandor bûn, piştevanî kirin. Îro jî piştevaniya me kirin. Li dijî hovîtiya Erdogan, tevahî welatên cîhanê sembolîk be jî divê piştevaniyek wisa nîşan bidin. Ewropa, demkurtî be jî divê têkîliyên xwe bi faşîzma Erdogan re qut bike. Wê demê Erdogan dê winda bike. Eger ev nebe, wê Hîtler û Mussolîniyekî duyem derkeve pêş Ewropayê.”
Her wiha Akademîsyen Dr. Esmeray Yogûn û Selîm Eskîîzmîrlîler jî axivîn, Akademîsyenen diyar kirin ku li maseyên qirêj ên Tirkiyeyê biryara şer tê girtin. Hevşaredarê Îpekyolûyê Veysel Keser jî bi bîr xist ku şaredariyên Kurdan di bin zextek mezin de ne.