Eylem Ataş ber bi warê wê ve hate rêkirin
Cenazeyê Şervana BOG’ê Eylem Ataş li ser milê jinan ber bi Goristan Kuçukobayê ve dibin.
Cenazeyê Şervana BOG’ê Eylem Ataş li ser milê jinan ber bi Goristan Kuçukobayê ve dibin.
Piştî 4 mehan rê hate dayîn ku cenazeyê şervana BOG’ê Eylem Ataş a ku di operasyoan rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû bê girtin. Piştî karûbarên otopsiya cenazeyê Ataş anîn Mala Cemê ya Şakirpaşayê. Piştî karûbarên li vir û şûn de cenazeyê Ataş li ser milê jinan heta Goristan Kuçukobayê hate hilgirtin.
Piştî 4 mehan û şûn de cenazeyê şervana BOG’ê Eylem Ataş (Cemre Heval) a ku di nava şervanên Hêzên Sûriyeya Demokatîk (QSD) de, 28’ê Hezîranê di operasyoan rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû hate girtin.
Ji bo girtina cenazeyê Ataş malbat û parêzer di saetên sibehê de çûn Waltiya Mêrdînê.
Piştî hevdîtinan malbat, parêzer, Parlementerên HDP’ê Gulser Yildirim û Meral Daniş Bektaş û gel ji bo girtina cenaze çûn Deriyê Sînor ê Şenyûrt ê Qoserê.
Cenaze ji aliyê heyetê ve ji rayedarên Rojava hate girtin, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Piştî otopsiya cenazeyê Eylem Ataş û şûn de îro li warê wê Edeneyê wê were definkirin.
CENAZE JI MÊRDÎNÊ BIRIN EDENEYÊ
Cenaze, danê sibehê ji Mêrdînê birin Edeneyê. Li Saziya Tiba Edlî karûbarê otopsiyê hate kirin. Cenaze piştre birin Mala Cemê ya li Şakirpaşayê. Piştî merasîma ku li vir hate lidarxistin û şûn de cenazeyê Ataş li ser mile jinan hate hilgirtin.
Girse bi dirûşman, ber bi Goristana Kuçukobayê ve meşiyan. Wê cenazeyê Eylem Ataş li gel gora Fermandarê BOG’ê Bedrettîn Akdenîz bê definkirin