Ewropa Partîzan, li dijî êrîşên AKP’ê banga hevkariyê

Ewropa Partîzan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê û êrîşên li ser Kurdan û kedkaran banga têkoşîna hevpar kir.

Ewropa Partîzan bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser şoreşger, pêşverû û welatparêzan û operasyonên qirkirinê yên siyasî, qeyûm, ji kar kirina kedkaran, girtina medyaya Kurd û muxalîfan mînak da. Hate gotin, ‘’Di vê pêvajoyê de şerê li ser Kurdan ê ku jixwe hebû zêdetir bûye û berê xwe bêhtir dane tundî, çewisandinê. Şerê li dijî Kurdan bi tang, top û çekên giran berdewam dike.’’

 ‘BERHEMA DIJMINATIYA LI KURDAN’

Di daxuyaniyê de hate gotin CHP jî bi ‘’muxalefeta xweyî profîla ketî’ destek dide koalîsyona faşîst û têkildarî dagirkeriya Sûriyê ya bi destê dewleta Tirk wiha hate gotin:

‘’Operasyona dagirkeriyê 24’ê Tebasxê hem bi mebesta ku prestîja artêşa Tirk a li erdê kaş bûyî sîqal bike û xwe ji tengezarbûna navxweyî xilas bike û pê re li dijî xurtbûna heqên Kurdan ên li Sûriyê, di ji nû ve dîzaynkirina Sûriyeyê de destê xwe xurt bike li bi ser Cerablûsê de dagirkeriya leşkerî da destpêkirin. Ev operasyona bi navê têkoşîna dijî DAIŞ’ê fêkiya polîtîkayên dijminane yên bi ser Kurdan e ku armanc dike Rojava nebe yek.

Ev operasyona bi bazên bi Rûsya û DYA’yê re û bi destûra wan pêk hatiye. DYA ji serî de dixwaza ku Tirkiye têkeve qadê. Di şekildana Sûriyeyê de, nexasim li herêmên sine dixwazin hêza Tirk bi aktîf bi kar bînin. Ji bo vê jî ketiya Tirkiyê ya Sûriyê tê xuyakirin ku ji hêla DYA’yê ve wê were bikaranîn.

Rûsya jî ji ber dijberiya li Esad kêm bike xweyî hesaban e. Ji bo vê jî bertîleke biçûk weke ya Cerablûsê dixwaze polîtîkaya Tirkiyê ya li Sûriyeyê jehrî bike.’’

 ‘EM TÊKOŞÎNEKE HEVPAR Û AKTÎF BIDIN’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Li dijî armancên paşverû yên serdestên Tirk têkoşîna hevpar divêtiyeke dîrokî ye’ û wiha hate gotin:

‘’Bi şer be yan jî bi aştiyê, bi çi rengî jî be serdestên Tirk dixwazin serdestiya netewa serdest bidomînin. Li dijî van êrîşên bi vî rengî demokratiya herî kêm jî be divê têkoşîneke aktîf bide. Li dijî dagirkerî, Rewşa Awarte, hemû êrîşên faşîst bi gotina wan li ‘’şerê îstîklalê’ divê hemû pêşverû, demokrat, şoreşger bi biryardarî û rihekî hevpar xwe bi rêxistin bikin. Li dijî vê seferberiya dij-şoreşgerî divê bi bernameya têkoşînê û xeta têkoşînê bi seferberiyeke demokrat-şoreşgerî were avakirin. Bi berpirsyariyeke ku van êrîşan, sedemên wan ên rasteqîn, bi awayekî ku bikaribe girseya armanckirî bixîne tevgerê divê tevgerînek çêbibe.

Li dijî dagirkeriya serwerên Tirk mudaxleyeke tundrew, demokratîk-şoreşger hewce ye. Ev polîtîkaya şer di taybetiya xwe de her çend berê xwe dabe Kurdan jî, berê xwe daye gelên Ereb, gelên Rojhilata Navîn jî. Li dijî vê heqê berxwedanên yê neteweya jêrdest û gelan rewa û meşrû ye. Li dijî vê derketina gelên Tirkiyê peywireke divêtî ye.’’