Ev 8 roj in destgîrkirî ne, 4 rojên din dirêj dirêj kirin

Dema destgîrkirinê ya MEBYA-DER'iyan ku 27'ê Sibatê hatin destgîrkirin ev cara duyan e tê dirêjkirin, wê 4 rojên din jî destgîrkirî bin.


27'ê Sibatê 29 endam û rêveberên MEBYA-DER'ê hatibûn destgîrkirin.

Dema destgîrkirinê ya hevserokên komeleyê Şeyhmûs Karadg û Yuksel Almas û Murat Uzgun, Emîne Akyos û Ayçe Çelîkbîlek 4 rojên din jî hate dirêjkirin.

Ji bo yên ku 3'yê Adarê hatibûn destgîrkirin jî eynî biryar hate standin.

Kesên ku hatine destgîrkirin: Halime Topuz, Aziz Olçen, Aysel Pehlîvan, Mehmet Nur Savaş, Mustafa Karahan, Sait Borta, Ayşe Tutmaz, Hulya Varan, Mehmet Yildiz, Fehîm Azak, Yildiz Damla, Mustafa Uyguner, Taylan Aslan ve Hîdayet Aslan.

Hate gotin ji destgîrkiriyan Savaş, Pehlîvan, Tutmaz, Aslan û Olçen mafê bêdengmanê bi kar anîne, ji ber vê jî dema wan a destgîrkirinê dirêj kirine, zorê li wan dikin da ku îfadeyê bidin.

Jinên destgîrkirî bi rêya parêzan 8'ê Adarê pîroz kirin û gotin, ''Em jinên azad û kedkar in. Ev 5 hezar sal in li dijî pergala zilêm a serwer li ber xwe didin. Bijî jinên azad. Bijî 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê.''