Ev 19 roj in hay ji Ferşîd Tecmîrî nîne

Xwendekarê zanîngehê Ferşîd Tecmîrî ku ji aliyê hêzên Îranê ve li Tehranê hate binçavkirin, ev 19 roj in hay jê nîne.

Xwendekarê zanîngehê Ferşîd Tecmîrî ku di çalakiyên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên Îranê ve li Tehranê hate binçavkirin, ev 19 roj in hay jê nîne.

Xwendekarê Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Hemedan a Tehranê Ferşîd Tecmîrî, 2 roj piştî destpêkirina çalakiyan ji aliyê kesên ku tê gotin endamên îstîxbarata Îranê (Îtlaat) ne hatin binçavkirin û nayê zanîn bê bi ku ve birine.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), kesekî du roj berê ji Girtîgeha Hemedanê hate berdan xwe gihande malbata Tecmîrî û got, ew bi hev re li heman cihî girtî bû.

Kesê navborî diyar kir ku rewşa Tecmîrî nebaş e û Îtlaatê ew biriye cihekî nediyar. Malbata Tecmîrî li ser mijarê serlêdan kir, lê tê gotin bersiv jê re nehatiye dayin.