Eûronews: Bosna hem di hedefa AKP’ê û hem di hedefa Selefiyan de
Li gorî nûçeya Eûronews ku bi gelek zimanan weşanê dike, Bosna-Hersek yek ji wan welatan e ku hem dewlemendên AKP’yî û hem jî komên selefî lê zêde bûne.
Li gorî nûçeya Eûronews ku bi gelek zimanan weşanê dike, Bosna-Hersek yek ji wan welatan e ku hem dewlemendên AKP’yî û hem jî komên selefî lê zêde bûne.
Eûronewsê di nûçeya xwe de got li welatê biçûk ê Balkan zêdebûna belavok û reklamên bi Erebî hatine asteke wiha ku wan aciz dikin.
Di nûçeya Eûronewsê de ya ku li gelek bajaran bi rayedarên herêmî û gel re hevdîtin pêk anî, li welatê biçûk yê Balkan bi taybet zêdebûna reklam û îlanên bi Erebî gihiştiye asta nerazîbûne.
TABELAYÊN BI ZIMANÊ KU KESEK FAM NAKE Û PÊ NAAXIVE
Bosna Hersek ku bûye hedefa gelek dewlemendên welatên Ereb, Eûronewsê cih da nêrînên endamê meclîsa herêmî ya Îlîdza Dîno Hadzîc ku nêzî payketa Bosna Saraybosna ye.
Hadzîc got li welat gelek Erebî nizane û pêdiviyên fêrbûnê jî nîne û got hewl dan heye ku tabelayên bi zimanê Erebî sînordar bikin. Hadzîc bibîrxist ku li Bosna-Hersekê bi qanûnî alfabeya Latîn û Kîrîl tê bikaranîn.
HEVRIKIYA AKP-GULEN
Di nûçeya Eûronewsê de cihek din ku balê dikêşe ser xwe çavkaniya mûdaxeleya derve ya Tirkiyê yê. Li gorî nûçeyê bandoreke Tirkiyeyê heye û gelek Bosnayî di nava ‘xewna Osmaniyan’ de ne. Tê ragihandin ku koroya bi navê ‘Sûltan Fatîh’ dibin hedefa AKP’ê û Erdogan de ye.
Di nûçeyê de tê ragihandin ku serokê koroyê Mehmed Bajraktaredvîc bi hinceta têkiliya wî bi Fetûllah Gulen û derdora wî re heye ji aliyê Erdogan ve bi taybet sefîr hatiye erkdarkirin. Li Bosna-Hersekê ku bi salan kesên bi Gulen re bi AKP’ê re di nava îtifaqê de bûn û di dema xebatan de jî, niha aligirên AKP’ê dixwazin asteng bikin. AKP dixwaze di serî de gelek dibistanê Gulen yên ji bo xebatên nijadperstiyê dihate bikaranîn û gelek herêmên din yên xebatan bike dibin kontrola xwe de.
KOMÊN SELEFÎ BERBELAV DIBIN
Li gorî Eûronewsê komeke dî ya ku dixwaze Bosnayê bixe destê xwe selefiyên îslama radîkal in. Di nûçeyê de tê ragihandin ku ev komên ha li gelek cihên Bosnayê kûrs û mizgeftên li dijî qanûnan vekirine, daxwaza mulakatê ya nûçegihanê bi navê Hans von der Brelîe jî hatiye redkirin.