ESP û AVEG-KON: Em ê bi têkoşîna xwe êrîşên binçavkirinê têk bibin

ESP û AVEG-KON'ê li dijî operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek dan û gotin, “Em ê bi têkoşîna xwe ya yekbûyî re êrîşên şefên faşîst têk bibin. Em xewa faşîzmê biherimînin.”

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Ewropayê (AVEG-KON), derbarê operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî sosyalîstan de daxuyanî dan.

ESP’ê got, "Her hilbijartinek ji bo wan krîtîk e. Ji bo vê jî pêşî hewl didin zextê li kuçeyan bikin. Di şexsê pêşengên sosyalîst de, êrîşî çeperên berxwedana şoreşgerî ya gelên me dikin. Bi êrîşên girtin û binçavkirinê re dixwazin hewirdorek tirsê ava bikin. Ji hêrsa jinan ditirsin. Bi nêzbûna 8'ê Adarê re hewl didin vîna jinan bitepisînin.”

Di daxuyaniya ESP’ê de ev tişt hate gotin, "Me li hemberî êrîşên faşîzan serî netewand û em ê netewînin. Em ê xewa faşîzmê biherimînin."

AVEG-KON: EM Ê ŞEFÊ FAŞÎST TÊK BIBIN

AVEG-KON'ê jî di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin, "Sosyalîstên ku di xebatên hilbijartinê de cih digirin û ji gel, karker, kedkar, jin û ciwanên me re nîşan dan ku alternatîfeke sêyemîn heye û li dijî newekhevî û neheqiyê, xizanî û şîdetê banga têkoşînê dikin, bi terora binçavkirinê re tê xwestin bên bêdeng kirin."

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin, "Duh çawa ji bo jiyaneke nû, azad û edaletê li dijî desthilatdariyê têkoşîn hat meşandin îro jî wê bi vî rengî be. Yên ku zilmê mîna qamçiyekê di destê xwe de digirin, bê guman wê têk biçin. Em ê bi têkoşîna xwe ya yekbûyî êrîşên binçavkirinê yên şefê faşîst têk bibin."