ESP: Kobanê, Stanlingrad e, Madrîd e, em ê biparêzin

ESP: Kobanê, Stanlingrad e, Madrîd e, em ê biparêzin

Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy diyar kir ku berxwedana Rojhilata Navîn, Stalîngrad û Madrîda gelên Rojhilata Navîn e û got ku divê piştevaniyeke wek mînaka Tugayên Navneteweyî sala 1940’î bê nîşandan. Ulusoy diyar kir ku çalakiyên li bajarên Rojava tên lidarxistin de divê armanc bike ku AKP piştgiriya xwe ya bo çeteyan bibire.

Piştgiriya ji bo  berxwedana Kobanê didome. Bi dehan endamên HDP’ê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya gelê Kurd a li sînor, çûn Pirsûsê. Tê payîn ku sibê bi sedan kes ji Stenbolê derkevin rê.

Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy ku di çalakiya sînor de cih girt pirsên ANF’ê bersivand.

DIVÊ BAZARA BI DAIŞ’Ê RE TÊ KIRIN JI GEL RE BÊ AŞKERAKIRIN

Ulusoy  bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî DAIŞ’ê û  diyar kir ku mirov dikarin bêjin ku Tirkiyeyê polîtîkaya xwe li ser neqezenckirina Kurdan ava kiriye. Li plana DYA’yê jî ji be rku dê li dijî Sûriye û Rojava derfetên mudaxaleyê biafirîne erênî dinêre.  Bi çeteyên DAIŞ’ê re ji ber vê têkiliyê datîne. AKP ne li dijî DAIŞ’ê ye.  Di koalîasyona ku ji aliyê nêzî 40 welatî hatiye avakirin de dîlgirtî kirin hincet û cih negirt. Ev pêngaveke taktîkî ye. Li vir çi bazar hatine kirin? Divê hemû bazarên bi DAIŞ’ê re hatine kirin bên aşkerakirin.

HERÊMA TAMPON PLANA DAGIRKIRNA KURDISTANÊ YE

Di demên dawî de nîqaşên herêma tampon di rojevê de ye. Hikûmeta AKP’ê bi zanebûn derbasbûnên sînor zêde nîşan dide û gelê me ji bo herêma tampon îqna dike. Nîqaşeke din jî ev e ku hikûmet tezkereya şer derdixe. Yekane armanca van nîqaşan heye, ew jî têkbirina şoreş û tevgera Kurd e.”

Ulusoy bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji vir şûnde dê çi bike û got: “Tirkiyeyê heta niha behsa tevgera bejayî nedikir. Ji vê saetê şûnde tevgera bejayî dikare bibe mijara gotinê. Vê dixwaze. Nîqaşên tezgereya şer nîşaneya vê ye. Ya din jî Tirkiyeyê têkiliya xwe ya bi DAIŞ’ê re her tim veşart. Ev pir aşkera ye ku bi trênan alîkariyê dişîne ji DAIŞ’ê re. Birîndarên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê tên dermankirin. Ji cihên cuda yên Tirkiyeyê elemanên DAIŞ’ê dişîne. Polîtîkaya xwe ya durû heta niha didomîne. Lê li aliyê din jî neçare xwe li gorî planên DYA’yê bide tevgerandin.

ARMANC XISTINA KOBANÊ YE

Ulusoy diyar kir ku armanc xistina Kobanê ye û got: “Bi êrîşan dixwazin Kobanê bixînin û Rojavayê Kurdistanê parçe bikin. Ger ku plana wan bikeve jiyanê û Kobanê bikeve encamên wê dê gelek giran be. Ji bo parastina Kobanê ev girîng e. Di esas de Stanlîngrada Kurdistanê ye. Wek partiya me tarîf dike em Kobanê wek Madrîd û Stalîngrada demî dibînin.

DIVÊ EM JI BERXWEDANA KOBANÊ FÊR BIKIN

Şibandina me ne vala ye. Çawa ku anarşîstan di 1936-1939’an de ji bo parastina Madrîdê Tugayên Enternasyonel ava kirin û li dijî faşîzmê dirûşmaya, ‘non pasaran’ pêl bi pêl belav kir û  çawa ku di sala 1943’an de parastina Stalîngradê bi parastina welatê sosyalîst wekhev hat dîtin, îro parastina Kobanê jî wek parastina şoreşa Rojava û şoreşa herêmê ye. Ji berxwedana destana gelê Kobanê gelek tişt divê bê fêrkirin. Bi vê wesîleyê em hemû hêzên li Kobanê li dijî DAIŞ’ê bûne mertal silav dikin.

Ulusoy li ser pirsa ku çawa dikare dagirkirina Kobanê bişikê jî wiha got: “Divê em malên xwe ji gelê xwe yê ku ji komkujiyê reviyane re vekin. Divê em derfetên xwe parve bikin. piştgiriyê bidin. Lê êrîşên Kobanê bi van piştgiriyan nayê beralîkirin. Gelê Kobanê bi mirina xwe têdikoşe. Her çar aliyê Kurdistanê li ser piyane. Gelê me dimeşe sînor. Bi çalakiyên cuda protesto dike. Di van şert û mercan de  peywira ku dikeve ser milê sosyalîst û şoreşegeran ev e ku divê pêngavên xwe yên polîtîk li ser hewcedariya parastina şoreşa Rojava ava bike. Divê li her derê çalakiyên piştevaniyê bên kirin, dest û lingên AKP’ê bên girêdan, trênên diçin ji DAIŞ’ê re bên astengkirin. Berxwedana Kobanê li Tirkiye û qada navneteweyî bidin bihistin. Yanî peywir dikeve ser milê her kesî.

Ulusoy diyar kir ku tevgerên çep ên kedkar ên Rojava Şoreşa Rojava baş fêm nekirine û wiha pêde çû: “Mixabin em nikarin bêjin ku şoreş baş fêm kirine. Di salên buhrî de jî şoreşgeriyeke ku şoreşa Bakurê Kurdistanê fêm nedikir hebû. Ji ber vê jî mirov nikarin bêjin ku şoreşa Rojava bi giştî baş hatiye fêmkirin.

PIŞTEVANIYA ÇALAKGERÎ ŞERT E

Ulusoy di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku partiya wan li her cihê ku heye çalakiyên piştevaniyê pêk bîne û ev hem wek ESP û hem jî wek pêkhateya HDP’ê tê kirin. Ulusoy got: “Bi çalakiyên piştevaniya girseyî hedefgirtina AKP’ê divê bêkirin. Divê polîtîkayên durû yên AKP’ê derkevin holê û piştgiriya bo DAIŞ’ê tê kirin bê birîn. Her wiha divê dengê gelê Kobanê di qada navneteweyî de bê bihistin. Partiya me dê di vê xetê de bimeşe. Wek Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim jî got 'kî çi dike bila niha bike' Divê wisa tevbigere.”