ESP: Hêza DAIŞ têk bibe şervanên gelê me ne

ESP: Hêza DAIŞ têk bibe şervanên gelê me ne

ESP’ê diyar kir mudaxeleya emperyalîstan a li hember DAIŞ xapandine û got, "Hêza DAIŞ têk bibe şervanên ji gelê me,  ne emperyalîstên Amerîkan e.”

Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP), têkildarî êrîşên hewayî yên DYA ku bi Suudî Erebistan, Emîrtiyên Ereb ên Yekgirtî, Urdun, Bahreyn û Katar duh bi hev re li dijî hedefên çeteyên DAIŞ pêk anîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ESP’ê bi bîr xist ku DAIŞ bi dagirkirina Iraqê û tevlihevkirina Sûriyeyê bi destê DYA derketiye holê û got, "DAIŞ niha jî wek dijminê herî qirker ê gelên Rojhilata Navîn xwînê dirijîne.”

Hin serenavên ji daxuyaniya ESP’ê wiha ne:

 “Yê piştgiriyê, alîkariya lojîstîk dide DAIŞ û êrîşî ser têkoşîna azadiyê ya Kurd dike hikûmeta AKP’ê bi xwe ye. Armanca esasî ya herêma tampon ku Serokwezîr Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê tînin ziman fetisandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.”

Îro koalîsyonên emperyalîst û mudaxeleyên li hember DAIŞ xapandineke.

Kesên li hember DAIŞ di eniyan de şer dikin û çeper bi çeper li ber xwe didin, ji Rojava heta Şengalê pêşiya qirkeriya DAIŞ qut kirin şervanên jin û xort ên bêhejmar ên di nav refên tevgera azadiya Kurd û Komunîst de ne.  Ya DAIŞ têk bibe ne koalîsyona emperyalîst û DYA, gelên bindest ên Rojhilata Navîn in.”