Esker û polîsê Tirk çawa sivîlan nakujin!

Gotina, esker û polîsê Tirk zerarê nagihîne sivîlan, derewa herî bêteşe û mezin a dinyayê ye.

Van demên dawiyê êrîşên li dijî sivîlan li Kurdistanê hatine zêdekirin. Li Colemêrg, Licê, Qereyaziya Erzİromê zextên li dijî xelkê nîşan didin ku ew ê zexta li dijî gelê Kurd zêde bikin. Ji xwe, dema êrîşên li  dijî Tevgera Rizgariya Kurd hatin zêdekirin, ya pêşî kirin ew bû ku zextên li dijî gelê Kurd zêde bikin. Ji ber ku Tevgera Rizgariya Kurd û gelê Kurd bûne yek. Jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd ne tenê daxwaza gerîla û ya Tevgera Rizgariya Kurd e. Îro, armanca tevahiya gelê Kurd jiyana azad û demokratîk e. Gelê Kurd bi israr e jiyana azad û demokratîk bi dest bixe. Ji ber vê yekê, desthilatdariya AKP´ê êrîşî wan deveran dike ku welatparêzî li wan herî xurt e. Sedema wê yekê ku herî dawî Qereyazî kirin hedef, ev bi xwe ye. Ji ber ku Qereyaziyê ji sedî 90´î bêhtir deng da HDP´ê. 

Piştî ku raya giştî ya hundir û ya derve nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî sivîlan ên li Colemêrg, Amed û Qereyaziyê da, Serokê Fermandariya Giştî yê Tirk li nava çavê dinyayê nihêrî û got, “em sivîlan naêşînin”. Behsa wê yekê kir, ka ji bo ku zerarê li sivîlan nekin, çiqasî dîqet dikin. Derewînî û bêariya xwe careke din nîşan dane. Em dîroka Komara Tirkiyeyê û tiştên ku salên 1990´î li aliyekî jî deynin, ji sala 2005´an ve tiştên di dema desthilatdariya AKP´ê de hatine kirin, nîşan didin ku ti hesasiyeta artêşa Tirk û polîsê Tirk a beramberê sivîlan nîne. Eskerê wê jî, polîsê wê jî, memûrê wê jî bi temamî dijminê Kurdan e. Dema mesele Kurd in, ew di navbera gerîla û sivîlan de di cudahiyê danayne. Ji ber ku bi sempatiya xelkê ji bo gerîla dizanin, tevahiya gel dikin armanca êrîşan. Ji xwe, li devera ku serokkomarek hebe ku bi gotinên jin jî be, zarok jî be çi bivê em ê wê bikin, fermana kuştina jin û zarokan dayî , ma gelo esker û polîs wê çi nekin!

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk gotiye, esker zerarê li sivîlan nake. Ma naxwe weke ku Tansu Çiller a ji kuştina bi hezaran sivîlî berpirsiyar gotî, balafirên PKK´ê li Roboskî bombe kirine. Tankên PKK´ê Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Sûr şewitandin û hilweşandin. Di van deh salên dawiyê de bi hezaran sivîl qetil kirin. Di nava van hezaran de bi sedan zarok û jin jî hene. Di navbera 2015´an û Kanûna 2016´an de fermana bi erdê re kirina yek a bajaran a serokwezîrê hingê Ahmet Davutoglu ye, esker û polîsan jî tevî ku rê li ber kuştina bi sedan sivîlî vekir, bajar şewitandin û rûxandin. Wezîrên wê demê jî qebûl kirin ku Davutoglu Kanûna 2015´an fermaneke bi vî rengî bi awayekî veşartî daye saziyên esker, polîs û îstîxbaratê. Yalçin Akdogan bi gotinên, “Ji wan we ye, em ê bajaran neşewitînin, rûnexînin, sivîlan nekujin, bi vê zenê bend danîn” lê mikur tê ka fermaneke çawa dane. 

Bêguman, li pişta hemû fermanên sivîlan bikujin, Tayyip Erdoğan heye. Tayyip Erdoğan ne tenê fermana kuştina jin û zarokan da; wî her wiha got, guh nedin qanûn û mewzûatan, bi vê yekê got, kuştin jî tê de hûn dikarin her karê nemirovî bikin, komkujer serbest berdan. Garantiya dewletê da tevahiya qatilan bi maneya “hûn çi dixwazin bikin, dewlet we diparêze”. Ji ber vê yekê esker daxuyaniya “Em sivîlan nakujin” dide. Ji ber ku êdî yên tên kuştin, hevkar in, yan jî yekser PKK´yî ne. Wextekê dema zarok bi bombeyên ji balafiran avêtî li Robostkiyê hatin qetilkirin, wezîrê karê hundir ê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn gotibû, “Ew qaçaxçî ne ku PKK´ê fîanse dikin”. Ew ên ku ji bo nebin alîgirên PKK´ê destûr dan wan qaçaxçîtiyê bikin, dema xelkê Roboskiyê hatin qetilkirin, ew PKK´yî îlan kirin.

Her cara rayedarên AKP´ê û Serokê Fermandariya Giştî ya Tirk daxuyaniyeke mîna “Em ti zirarê nagihînin sivîlan”, gelê Kurd bi bişirîneke êş û azar barkirî bersivî dide. Li cem her Kurdî, nêzî wî, li gundê wî yan jî kolana wî ileh sivîlek hatiye kuştin. Ji ber vê yekê, dema dibêjin “Em zerarê nagihînin sivîlan” ew henekê xwe bi Kurdan dikin. Ew ên ku li Qereyaziyê zilmê li xelkê dikin ji derve nayên. Ew ên ku li Licê bi helîkopterê guleyan li gundiyan direşînin, ji derve nayên. Amûrên Hewayî yên Bêmirov û Çekdar ên ku gule li gundiyan reşandin û sivîl qetilkirin ji derve nehatine.  Amûrên Hewayî yên Bê Mirov û Qatil (AHBQ) yên ku dewleta Tirk bi wan pesnê xwe dide, ew qetil kirin.

Li hemberî nerazîbûna raya giştî, hikûmetê û esker daxuyaniyên mîna “em zirarê nagihînin sivîlan” dan, armanca van daxuyaniyan veşartina cinayetên xwe yên ji niha û pêve ye. Heger teşhîr bibin, wê ji niha û pê ve zehmet be mirovan bikujin û komkujiya bikin, ji ber vê li ser hev daxuyaniyan didin. Dibêjin, em zirarê nagihînin sivîlan. Ta û telaşa gunehkariyê bi desthilatdarî û fermandariya giştî ya Tirk girtiye û dike ku ew bi vî rengî bipeyivin. Tiştekî bi navê mirovbûnê nameya li cem van. Ji bo derbê li PKK´ê bixin, ji bo wan sivîl jî dikarin bên kuştin û tevahiya xwezayê jî dikare bê şewitandin. Jixwe, li devera Qendîlê, li maşîn û xaniyên ku li gorî texmîna wan ên PKK´ê ne, xistin, zarok û jin jî di nava de bi dehan sivîl qetil kirin. Niha ji bo van sivîlan li gundê Qendîlê Zergelê muzeyeke şehîdan hatiye vekirin. Li Kortekê peykerê jineke di hembêza wê de zarokek hatiye danîn. Ti kes nabe ku pitika bi navê Solîn û Mîrayê pitik ê li Cizîrê di hembêza bapîrê xwe de hatî qetilkirin, ji bîr bike. Dayika Taybet a ku cenazeyê wê bi rojan li kolanê ma û keça ku cenazeyê wê bi rojan di dolabeke sarincê de hat veşartin, wêneyên Fermandariya Giştî ya Tirk in. Ti operasyona psokolojîk jî wê nikaribe ser vî wêneyî bigire.

Gotina, esker û polîsê Tirk zerarê nagihîne sivîlan, derewa herî bêteşe û mezin a dinyayê ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA