Esad: Hevalbendên me dê bersivê bidin destwerdanê
Esad: Hevalbendên me dê bersivê bidin destwerdanê
Esad: Hevalbendên me dê bersivê bidin destwerdanê
Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad da xuyakirin ku tu delîl li holê nîne ku wan çeka kîmyewî bikar anîne. Esad anî ziman ku eger destwerdanek li Sûriyê bê kirin, dê hevalbendên Şamê bersivê bidin.
Esad di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyona Emerîkî PBS ku dê îro bê weşandin de diyar kir ku divê DYE ispat bike ku artêşa Şamê çeka kîmyewî bikar aniye û got, "Tu delîl tuneye ku min li dijî gelê xwe çeka kîmyewî bikar aniye."
Esad ne erêkir ne jî derewand ku did estê artêşê de çeka kîmyewî heye û got, "Eger hebe, ev çek di bin konktrola sîstemeke navendî de ne."
Beşar Esad ragihand ku eger Rojava dest li Sûriyê werde, dê hevalbendên Sûriyê bersivê bidin.
Di nava "hevalbendên" Sûriyê de, Çîn, Rûsya, Îran û tevgera Hîzbûllahê ya li Libnanê hene.
Di serî de DYE welatên rojava rejîma Esad tewanbar dikin ku di 21'ê Tebaxê de di operasyona li hemberî mûxalîfan de çeka kîmyewî bikar aniye. DYE diyar dike ku ji ber vê yekê divê Esad bê cezakirin û dixwaze li dijî Sûriyê operasyona leşkerî bê kirin. Her wiha amadekariya vê yekê dike.
Şam a ku tewanbariyan red dike, ji êrîşa çekên kîmyewî mûxalîfan berpirsyar dibîne.