Piştî li Dîlokê qetlîam bi ser daweteke Kurdan pêk hat, AKP’e ji bo ronîkirina vê ti gavî navêje. Berevajî tevahî xebatên xwe ji bo nixumandina wê pêş dixe. Tevî di ser qetlîamê re 2 hefte jî bihurîn, AKP’ê tenê bertîl pêşniyarî malbatan kir. Ji malbat û komaleyan nerazîbûnên li dijî AKP’ê her ku diçin hê zêdetir dibin.
Serokê Komaleya Berwarî Dûrmûş Eryilmaz ku gelê ji Berwarî û Sêrtê yên li Dîlokê endamên wê ne, xwest ku divê bi bayê lezê qetlîam bê ronîkirin, got wê dûv vê qetlîamê bernedin.
‘DIXWAZIN KOMKUJIYÊ BINCIL BIKIN’
Eryilmaz diyar kir, hedefa çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê ya bi êrîşa xwekujiyê Kurd in û got, di rojên şahiyê yê mirovan de, di dawetekê de ku zarok û jin lê ne, tekane sedema teqandina bombeyê Kurdbûna wan e. Li gel ku 2 hefte di ser vê komkujiya hovane re derbas bûne jî, ji desthilatdariya AKP’ê di daxuyanî nehatiye dayin, ji bo ronîkirina bûyerê ti tiştek nehatiye kirin. Eryilmaz diyar kir, têkildarî ronîkirina komkujiyê tiştek nehatiye kirin û dixwazin vê bincil bikin.
Eryilmaz têkildarî gotinê AKP’yiyan ku piştî komkujiyê kirin ku digotin, ‘malbat AKP’yî ne’, bi bîr xist ku sedema van daxuyaniyan ew e ku dixwazin rantxuriya van komkujiya bikin. Eryilmaz diyar kir, li şûna daxuyaniyên wiha absurd divê bûyerê ronî bikin û got, divê ew revdeya ku hatî û xwestî li cinazeyê alaya Tirkan hildin û li gel êşa wan jî dixwestin heqeretê li wan bikin, divê der barê wan de lêpirsîn were vekirin û hesap were pirsîn.
‘HEKE SEROKKOMARÊ TIKR TEMENÊ WÎ DIZANE BILA NASNAMEYÊ JÎ DIYAR BIKE’
Eryilmaz têkildarî gotinên Erdogan ên li mîtînga Dîlokê der barê temenê xwekuj de jî got, ‘’Erdogan û rayedarên din ên dewletê dibêjin temenê bombeyê xwekuj 14 e, heke temenê wî dizanin naxwe bila nasnemeya wî jî dizaninn, ji ber çi nasnameya bombeyê xwekuj vedişêrin?’’
‘SERSARIYEKE HIŞKERE HEYE’
Eryilmaz diyar kir di komkujiyê de îhmaleke hişkere ya AKP’ê heye û diyar kir AKP li hemberî rêxistinbûna Dîlokê ya DAIŞ’ê bêdeng e, çavê xwe jê re digire û bi vî awayî jî zemînê ji komkujiyê re çêdike. Eryilmaz bertek nîşan da, ji ber sedema ku AKP operasyonê bi ser malên DAIŞ’ê de nake û got, ‘’van malikên şaneyî her kes dizne, îstîxbarat ji berê ve heye û bombe tê teqandin, wê demê jî îhmaleke hişkere heye û zemînê ji wan re çêdikin.’’