Êrîşkarê bi sator Sabrî Çelebî hat binçavkirin
Êrîşkarê bi sator Sabrî Çelebî hat binçavkirin
Êrîşkarê bi sator Sabrî Çelebî hat binçavkirin
Êrîşkar Sabrî Çelebî yê di bûyerên Parka Gezî de bi sator êrîşî çalakgeran kir, hat ragihandin li Balafirgeha Ataturkê hatiye binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, êrîşkar Sabrî Çelebî yê piştî binçavkirinê ji aliyê edaleta Tirk ve hat berdan, şeva Çarşemê li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin.
Jêpirsîna Çelebî li Muduriyeta Asayîşê dewam dike û tê payîn danê nîvro radestî edliyê bê kirin.
Êrîşkar Sabrî Çelebî ku di dîmênên hatin kişandin de dihat dîtin ku bi sator êrîşî çalakgerên li Talîmhaneyê dike, piştî binçavkirinê hat berdan û vê yekê rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû.
Li ser nerazîbûna civakî Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç dabû xuyakirin ku serbestberdana êrîşkar ew matmayî hiştiye.
Dozgeriyê jî 2 roj piştî serbestberdana êrîşkarê bi sator îtiraz kiribû. Dadgehê di 11'ê Tîrmehê de der heqê êrîşkar Çelebî de biryara girtinê derxistibû.