Êrîşa li hember Murşîtpinarê hat şkandin
Êrîşa li hember Murşîtpinarê hat şkandin
Êrîşa li hember Murşîtpinarê hat şkandin
Pevçûnên li Kobanê destpê kirin berdewam kirin. Piştî pevçûnên 6 seatan berdewam kirin çeteyên êrîş li Deriyê Sînorê Murşîtpinarê kirin hatin rawestandin û qewirandin. Lê hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê hê li TMO'yê ne. Leşkerên Tirk jî ti mudaxeleyê li wan nakin.
Çeteyên DAIŞ'ê piştî di serê sibê de bi wesayîta bombebarkirî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hat êrîş li Kobanê kirin û piştre pevçûnan destpê kir. Pevçûnên 6 saet in bê navber berdewam dikin hê dem dem didomin. Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi armanca Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi dest bixin pêk anîn ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve hatin şikandin û hatin qewirandin. Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê hê li ofîsa genim a TMO'yê ne.
Tirkiyeyê tank û wesayîtên zirxî şandin dora fîloyê lê leşkerên Tirk heya niha ti mudaxele li çeteyên DAIŞ'ê nekirin. Hate hînbûn ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê çeteyan êrîş lê kir bi temamî di bin kontrola YPG'ê de ye. Rojava û başûrê Kobanê pevçûn dem dem didomin û li rojhilatê Kobanê jî pevçûn bi dijwarî berdewam dikin. Ji serê sibê heya niha çeteyên DAIŞ'ê bi hewanan êrîşê li navenda bajar dikin. Nuqteyên çeteyan ên derdora bajar jî ji aliyê balafirên Hêzên Koalîsyonê ve tên bombebarankirin. Tevgera hewayî ya li Kobanê berdewam dike.
Li aliyê din leşkerên tirk herêma di navbera gundê Boyde û Etmanek ên Pirsûsê ya ji 10 km pêktê ve hate girtin. Leşker bi wesayîtên zirxî û panzeran derbasbûna welatiyan asteng dikin.
Girê ji bo çepemenî lê bimîne jî bi hinceta "ewlehiyê" hate valakirin.
(bd)