Êrîşa li dijî Kobanê ji Serokwezîrê Tirk hat pirsîn

Êrîşa li dijî Kobanê ji Serokwezîrê Tirk hat pirsîn

HDP'ê êrîşa ji aliyê Tirkiyeyê ve ku li hemberî Kobanê pêk hat ji Serokwezîr Davûtoglû pirsî. HDP'ê pirsa "Gelo li Kobanê şerê wekaletê tê meşandin. Gelo DAIŞ li axa Komara Tirkiyeyê li dijî ewlekariya cemaweriyê xetere nîne?" pirsî.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, 2 êrîşên întîharî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kobanê pêk hat ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu pirsî. Sariyildiz, di pirsnameyê de anî ziman ku pergala demokratîk ku li Rojava tê avakirin tirkiyeyê zîwer dike.

Sariyildiz anî ziman ku bûyerên 6-7-8'ê Cotmehê ji ber têkiliyên Tirkiye û çeteyên DAIŞ'ê derketin û ev pirs ji Davûtoglû pirsîn: "Der barê êrîşa ku duh hat gotin maşîne ji Tirkiye derbasî Kobanê bûye tu lêpirsîn hat destpêkirin? Der barê Embara Genim a TMO ku tê gotin çeteyên DAIŞ'ê lê bi cih bûne de tu lêpirsîn hat destpêkirin? Di navbera TMO û Sînorê Deriyê Etmanikê yê Kobanê de 25 metre heye. Li gel vê yekê çima leşkerên li ser sînor mudaxaleyî çeteyên DAIŞ'ê nakin. Deriyê hesin ê sînorê Kobanê yê kilîtkirî çawa hat kişandin? Leşkerên ku destûr nadin parlamenter nêzî sînor bibin çawa dibe ku derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê nabînin? Îdîaya yek jê birîndar 15 endamên DAIŞ'ê birine malek gundê Etmanikê û 16 maşînê zirxî piştre çûne gund rast e? Ger ku ev îdîa rast be, çima 15 endamên çeteyên DAIŞ'ê nahatine dîtin? Gelo çete şandin qadek din?

Gelo dewletê gundên ser sînor ku bi hinceta 'Ewlehiyê' vala kir, ji bo çeteyên DAIŞ'ê bi rehet derbas bibin vala kir? Deriyê sînorê Etmanikê û Kobanê ku 24 saetan bi kamerayan tê şopandin, ji aliyê Qeymeqamê Pirsûsê ve tê temaşekirin. Gelo der barê van dîmenan de lêpirsîn hat destpêkirin. Ev qeydên dîmenên ser sînor hat lêkolînkirin? Çima helwesta li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê nîşan didin, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê jî nîşan nadin. Ev êrîş rastî roja hevdîtina heyetê ya bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hat. Gelo ev tesaduf e? Gelo ev êrîş zerarê bide pêvajoya hevdîtinê hikûmetê eleqedar nake? Gelo hebûna DAIŞ'ê ji bo 'Ewlehiya Cemaweriyê' tahlûkeyê ava nake? Ev mudaxaleya ji ser axa Tirkiyeyê ya li dijî axa welatekî din pêk tê ne îhlalkirina serdestiyê ye. Gelo li Kobanê şerê wekaletnameyê tê meşandin? Li gel ku KCK û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan Kobanê wekî xeta sor îlan kiriye, ev êrîş dê Tirkiye venegerîne nava şer? Polîtîkayên we yên Rojava û Kobanê li ser kijan krîteran e? Hûn difikirin ku kantonên Rojava qebûl bikin. Der barê mafên kolektîf ên Kurdên Rojava plana we ya şênber çi ye?"