Eren Keskîn: Ez ji Tirkiye naçim

Eren Keskîn diyar kir ku ew nafikire ji ber cezayê muebetê ku tê darizandin û 143 dozên derbarê wê de hatin vekirin, ji Tirkiyeyê here. Keskîn da zanîn ku li vî welatî mirovên ji ber ku tenê Kurd in, tên darizandin hene û ji ber vê yekê tercîha wê  ew e k

Têkildarî Parêzvana Mafên Mirovan Parêzer Eren Keskîn, ji ber ku di navbera salên 2013 û 2016’an de hevgerînendeya giştî ya weşana Rojnameya Ozgur Gundemê ku sala çûyî hat girtin kir, 143 doz hatin vekirin.  

Di doza sereke ya van dozan de ji Keskîn re cezayê muebetê tê xistin. Keskîn ji ber ku bi van dozan, bi gefa girtinê re rû bi rû ye, bi piştevaniya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Miran a Tirkiyeyê (TÎHV) re kampanya da destpêkirin. Parêzer Eren Keskîn têkildarî dozên derbarê wê de hatin vekirin axivî û diyar kir ku ji roja ku rojnameya Ozgur Gundem hat vekirin û heya niha ew parêzertiya wê dike û li Tirkiyeyê herî zêde Ozgur Gundem rastî êrîş û binpêkirinên mafan hat.   

Keskîn anî ziman ku bi êrîş û girtinan re gelek nivîskar û belavkarên wê jî hatin şehîdkirin û wiha got: "Di navbera min û rojnameya Ozgur Gundemê de girêdanbûnek ji dil heye. Min hîs kir ku ez deyndarê rojnamê me û li ser vî esasî di sala 2013’an de min hevgerînendeya giştî ya weşanê kir."

BI HEZARAN TL CEZAYÊ PERE LÊ HATE BIRÎN

Keskîn destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê ya salên 2013 û 2015’an de ti doz derbarê rojnameyê nehatin vekirin û wiha dewam kir: "Bi dawîbûna pêvajoyê re doz têkildarî hemû hejmarên wê hatin vekirin. Di sê salên ku min peywira xwe pêk anî de 143 doz derbarê min de hatin vekirin. Yek ji van dozan jî doza sereke ye. Min bi Asli Erdogan, Necmiye Alpay, Înan Kizilkaya û Zana Kaya re di vê dozê de tim darizandin. Hemû dozên din jî têkildarî propagandaya rêxistinê, heqaret li Serokkomar û heqaret li Tirkiyeyê kiriye, hatin vekirin. 18 dosyayên min ên din jî li dadgeha bilindin. Ji bo min 6 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Di heman demê de 10 meh cezayê girtîgehê ji ber axaftinek min hat dayîn.   Lê dinava pêvajoyê de di dadgehê de gohertin çêbû û dozên min ên nêzî pênc salan neçûn dadgeha bilind, şandin dadgehên îstînafê. Di dadgehên îstînaf de doz pir zû bi encam dibin. Niha darbarê min de cezayê 47 hezar pere heye." 

'EZ JI TIRKIYEYÊ NAÇIM'

Keskîn eşkere kir ku ji ber cezayan ew ji Tirkiyeyê naçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bêguman ez ê di girtîgehê de razêm. Di serî de min got ez naçim derveyî welat. Di sala 95’an de jî ji ber bîr û baweriya min 6 meh li girtîgehê mam. Di warê mafên mirovan de têm naskirin. Hemû cîhan dizane ez ne endamê rêxistinek bi çek im. Ez parêzvana mafê mirovame. Lê ez li vî welatî mîna endam û rêveberiyekê rêxistinek bi çek, têm darizandin. Ev rewşeke pir xerabe. Ji ber ku navê me tê zanîn, hemû kes dizane bê mafî li me tê kirin, lê gelek rojnamevan û mirovên navên wan nayên zanîn di girtîgehane. Ev di raya giştî ya Tirkiyê de nayê nîqaş kirin.  Li vî welatî mirovên ji ber ku tenê kurd in, tên darizandin hene. Ji ber vê yekê ez tercîh dikim ku di girtîgehê de razêm û ez ê nerevim."