Eren Keskîn: Divê Ewropa zextê li Tirkiyeyê bike

Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn ku wek vexwendiya Navenda Olof Palme li Swêdê ye diyar kir ku penaberên ji ber şerê Sûriyeyê reviyane û hatine Tirkiyeyê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne.

Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn ku wek vexwendiya Navenda Olof Palme li Swêdê ye diyar kir ku penaberên ji ber şerê Sûriyeyê reviyane û hatine Tirkiyeyê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Keskîn got: “Divê polîtîkaya penaberan a Tirkiyeyê demorkatîk bibe. Tirkiyeyê şerha muxalefetê daniye ser Peymana Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û penaberên ji Rojhilata Navîn tê wek paneber qebûl nake.  Beyî ku tedbîrên civakî û mirovî bê girtin, beyî nasname dijîn. Ji ber vê sedemê jî divê Ewropa zextan li Tirkiyeyê bike.

Muzeya Kraliyet Sîkke û navenda Olof Palme (Kungliga Myntkabinettet) ya li Stockholm a Swêdê semîneke li ser penaberên Suriyeyê ji ber şer koçber bûne pêk anî.

Semîner ji aliyê nivîskar û rojnamegerê Swîsreyê Aron Lund ve hat bi rêvebirin û parêzvana mafê mirovan Eren Keskîn û ji Tora Rêxistina Jinan a Suriyeyê Samîra Zaîr li ser texrîbata li ser jin û zarokan axivîn.

Eren Keskîn di semînerê de axivî û got ku ji bo ku binpêkirinên mafan yên li Tirkiyeyên tên jiyîn bên fêmkirin divê behsa pergala li welat bê kirin û got Komara Tirkiyeyê ji aliyê zîhniyeta ku di 1915’an de Ermenî qirkirin de hatiye avakirin.

Keskîn got komara Tirkiyeyê tenê nasnameya Sunnî Musliman esas digire û hemû bawerî û çandên din tune dihesibîne û bingeha leşkerî ji bo xwe biparêze, qadê tirsê diafirîne.

Keskîn di şerê li Kurdistanê de ji sala 1997’an de 465 jinî ji ber şîdeta zayendî di şer de dîtiye serî li komeleya wan deye û dewleta Tirk li dijî sûcên pêkaniye bêcezabûnê pêk tîne.

Keskîn wiha got: “Piştî êrîşên DAIŞ’ê gelek jin neçar mane koçî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikin. der barê vê de me xebat meşand. Gelek jin hevserê wan li ber çavê wan hatine qetilkirin. Keçê wan hatine revandin. Zarokên wan qetilkirine. Dramên mezin hatine jiyîn. 

Dewlet nasname daye penaberan lê piranî bê nasnamene. Yên ku nasnameya wan heye hewcedariya wan tê dayîn û tên dermankirin. Yên tunene jî ji her tiştî bêpar dimînin. Birîndarên ji Kobanê tên ji aliyê nexweşxaneyên şaredariyê ve tên dermankirin.

Gelek ji wan jin bûn birînên wan giran bûn. Ciwan bûn. Anîbûn Amedê. Polîsan di 10’ê cotmehê de bi ser nexweşxaneyê de girtibûn û biribûn erekolê.  Bi terorîstbûnê sûcdar kiribûn. Jin tazî lêgerîn kiribûn.  Jinên ji sînor derbas dibûn jî rastî pêkanînên dijmirovane hatine. Li kampa Êzidiyan ezan dihat xwendin.”

Keskîn di dawiya axaftina xwe de wiha  got: “Divê polîtîkaya penaberan a Tirkiyeyê demorkatîk bibe. Tirkiyeyê şerha muxalefetê daniye ser Peymana Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û penaberên ji Rojhilata Navîn tê wek paneber qebûl nake.  Beyî ku tedbîrên civakî û mirovî bê girtin, beyî nasname dijîn. Ji ber vê sedemê jî divê Ewropa zextan li Tirkiyeyê bike.”