Di 17’yê Kanûnê de polîsan bi wesayîtên zirxî ve li ser Taxa Gundogdû a girêdayî navçeya Akdenîz a Mêrsînê girtin, bi çekên lûlû dirêj ve derdor gulebaran kirin. Di vê navberê de Mûrat Eren ê xwedî 2 zarokan li kolanê re derbas dibû ji bo polîsên ku ji kesên derdor re digotin bikevin hundirê malên xwe bertek nîşan da û got: “Êdî bes e!, ev çiye her roj bi wesayîtên zirxî ve tên taxê dorpêç dikin.”
Di vê navberê de komek polîs Eren xistin nava wesayîta zirxî û derbkirin, di vê demê de Eren kirîza dil derbas kir. Hat diyarkirin ku Eren ê ku rewşa wî giran bû ji aliyê polîsan ve hate rakirina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Eren di saetên nîvro de hate definkirin, polîsan jî konê sersaxiyê yê ku ji bo Eren li pêşiya malê hatibû vedan hate dorpêçkirin.
Têkildarî mijarê heta vê kêliyê ne ji aliyê Walîtiya Mêrsîn û ne jî ji aliyê Midûryeta Emniyetê ya Mêrsînê ve daxuyaniye fermî nehatiye dayîn.