‘Erê vir hatiye dagirkirin’

‘Erê vir hatiye dagirkirin’

Berxwedana li sînorê Kobanê ya li 25 kîlometreyan belav bûye her diçe mezin dibe. Heyetên mafên mirovan ên ji bo tespîta pirsgirêkên koçberiyê û berxwedana li navçeyê hatin Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ji aliyê rayedarên polîsan ve hatin astengkirin. Destûr nedan Serokê Mazlum-Der Unsal biçe mizgeftê jî.

Çalakiya nobetê ya li sînorê Kobanê Pirsûsê ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ her diçe mezintir dibe. Îro heyetên mafên mirovan piştî hatin navçeyê lêkolîn kirin û şûnde gotin ku sînorên sûnî sûcê li hember mirovatiyê ye û pêwîst e ji bo gelê Kobanê piştgiriya pêwîst bê kirin.

TRAJEDIYA SÎNORÊN SÛNÎ

Heyeta di pêşengiya Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan a di nav wan de Komeleya Hemwelatiyên Helsînkî, GOÇDER, TÎHV jî ku hene li ber benda polîsan daxuyaniyeke kurt dan. Turkdogan got ku êrîşên rêxistineke hov a li Şengalê komkujiyan pêk tîne ku bi awayekî dest û lingên wan girtî temaşe dikin dilê wan diêşîne û got, “Li wir berxwedaneke ji bo parastina welatê xwe heye. Em trajediya sînorên sûnî dijîn. Ji bo em çavderiyên xwe bi raya giştî re parve bikin û bi Kobanê re di nav piştevaniyê de bin çi ji destê me bê em ê bikin.”

KOBANÊ SERXET JI ALIYÊ POLÎSAN VE HATIYE DAGIRKIRIN

Bajaroka Kobanê Serxet a deriyê sînor lê ye jenderme û polîsan bi ku bi bendan li gel girtine heyetên tên jî asteng dikin.

Serokê Giştî yê Mazlum Der Faruk Unsal bi kesên li gel xwe re ancax bi daxwaza wê ji marketê ava vexwarinê bikire bend derbas kir. Unsal ê li aliyê din ê bendan ji ajansa me re axivî got ku sînorên sûnî ne meşrû ne û zilm e. Unsal got, "Gelê wir ê qedîm axa xwe diparêze. Mutleq divê piştgirî bê dayîn.

Dema Unsal ev daxuyanî dida, amîrê polîsan bi heqaratan got, "Tu bi gotina ez ê avê vexwim derdikevî, tu dîmenan didî derkeve derve” û Unsalê ku dixwest li mizgeftê nimêj bike bi zorê derxist derve. Nûçegihanê me ku ji yê polîs re got, "Ma vir hatiye dagirkirin? Vir gund e” midûrê polîsan got, "Laga luga neke erê vir hatiye dagirkirin” bersiv da.