Erdogan xwest, Merkel jî pêk anî

Di civîna bilind a G20'ê ya Hambûrgê de, skandala li ser qedexekirina çapemeniyê ku bi daxwaza Serokkomarê Tirk Erdogan rû da, mezin dibe.

Yek ji 32 rojnamevanên ku di civîna bilind a G20 de li ser daxwaza Erdogan akredîtasyona wî hate betalkirin Bjorn Kîetzmann e. Kîetzmann got, "Ya ku di civîna bilind de bi serê min ve hat, hewldana qedexekirina pîşeyê rojnamevaniyê ye." Kîetzmann, ku yek ji wan rojnamevanan e ku ji aliyê rejîma Erdogan ve hatiye deq kirin, qalê kir bê çawa ji navenda çapemeniyê ya civîna bilind hatiye derxistin.

Ji rojnamevanên akredîtasyona wan a ji bo civîna bilind a G20'ê hate qebûlkirin, akredîtasyona 32 rojnamevanan li ser daxwaza Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan  hate betalkirin. Ji ber vê yekê serê hikumeta Merkel di belayê de ye. Rêxistinên rojnamevanan û partiyên mûxalefetê ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel dixwazin ku li ser mijarê daxuyaniyeke berfireh bide.

Berdevkê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas Mîchael Redîske nerazîbûn nîşan da û got, "Ev yek, li dijî qanûna parastin amafên şexsî ye, ev yek rewşeke sosret e." Alîkarê Serokê FDP'ê Wolfgang Kûbîckî jî got, "Ya herî xerab jî ew e, akredîtasyon bi destwerdana îstîxbarata Tirk hatiye betalkirin. Pêwîste bûyer bi rengekî berfireh bê eşkerekirin."

ROJA ERDOGAN HAT, ROJNAMEVAN DERXISTIN!

Di skandala akredîtasyonê de, ku qenala televîzyonê ya dewletê ARD'ê xist rojevê, derketibû holê ku polîsê Elman di dema civîna bilind de, bi lîsteya rojnamevanên qedexekirî ku weke 'lîsteya reş' tê binavkirin, digeriyan. Li gorî agahiyên di medya Elmanya de cih girt, Erdogan gef li Merkel xwariye û jê re gotiye, "Ya hûn nahêlin ev 32 rojnamevan bikevin vê derê, ya jî ez ê civîna bilind biterikînim." Li ser vê yekê, ji bo bûyer mezin nebe Merkel xwestiye rojnamevan tevlî civîna bilind nebin.

Tê gotin, navê rojnamevanan li gorî alfabeyê di lîsteyê de hatin bicihkirin, roja Înê dema Serokkomarê Tirk Erdogan tevlî civînê bû, li rojnamevanan hate belavkirin. Li gorî agahiyan, polîsê Elman mîna ku sûcdar in nêzî rojnamevanên navê wan di lîsteyê de hene bûne û bi lez û bez ji cihê civînê derxistine.

'DI BERNAMEYA ERDOGAN DE JI XWE TINE BÛN'

Ji rojnamevanên ku adredîteya wî li ser daxwaza Tirkan hate betalkirin Bjorn Kîetzmann, ji ANF'ê re qala bûyera bi serê wî ve hat kir. Nûçegihanê wêneyan ê Elman Kîetzman diyar kir, ji bo şopandina civîna bilind wî li ser navê "Action Press" di meha Hezîranê de serlêdan kiriye, serlêdana wî yekser hatiye qebûlkirin û wiha dewam kir:

"Ji roja Çarşemê heta Înê, bi rengekî bê pirsgirêk min hewl da civîna bilind bişopînim. Di sibeha Înê de ez ji cihê civîna bilind derketim û min xwepêşandanên li navenda bajêr şopand. Danê nîvro ji bo li ser wêneyên min kişandine bixebitim, vegeriyam navenda çapemeniyê ya cihê civîna bilind. Yek ji polîsên li ber derî dema min dît got, 'binerin wa ye yekî din jî tê '. Ji min re got pirsgirêkek heye û divê li ber derî bisekinim."

Piştre polîsekî payebilind ê Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) hate ji min re got ku adredîteya min betal bûye. Polîs ji min re got, sedema betalkirinê dikarim ji navendê bipirsim. Ez li navenda polîsan geriyam, lê encamek jê derneket. Li ser vê yekê min xwest eşyayên xwe yên li navenda çapemeniyê bibim. Ancax tevî polîsan karîbûm bikevim hundirê avahiyê. Bi lez û bez min ji cihê civîna bilind derxistin."

Rojnamevanê Elman Kîetmann destnîşan kir, ku ji xwe ne di bîra wî de bû ku bernameya Erdogan bişopîne û got, "Ez di nava lîsteya rojnamevanên salane hatiye akredîtekirin de cih digirim. Mînak, bêyî ti astengî derkeve pêşiya min, min serdana Serokwezîra Îngilîz Theresa May a li Berlînê şopand. Her wiha min serdana Obama a sala 2013'an a li Berlînê şopand. Tevî vê yekê jî, ya ku li civîna bilind a G20'an i min hate kirin, hewldana ji bo qedexekirina pîşeyê rojnamevaniyê ye."

LI AMEDÊ 31 SAETAN DI BINÊ ÇAVAN DE MA

Bjorn Kîetmann, ku beriya niha ji bo saziyên çapemenî-weşanê Der Tagesspîegel, TAZ, Der Spîegel û Sternê xebitî, sala 2014'an meha Cotmehê yek ji wan rojnamevanan bû ku ji bo şopandina konvoya alîkariyê ya ji Berlînê berê xwe da Kobanê, çû Kurdistanê.

Rojnamevanê Elman piştre çû Amedê û di dema serhildana Kobanê de ji aliê polîsê Tirk ve hate binçavkirin. Bi sûcdariya "Endamekî îstîxbarata biyanî ye" 31 saetan di binê çavan de ma. Piştre bi hewldana Elmanyayê hate berdan.