Erdogan: Xebatên me yên ji bo pakêta reformê dewam dikin
Erdogan: Xebatên me yên ji bo pakêta reformê dewam dikin
Erdogan: Xebatên me yên ji bo pakêta reformê dewam dikin
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da xuyakirin ku ew ne bawer e di pêvajoya çareseriyê de kêmasiyên cidî rû bidin û KCK bi "lezkirinê" tewanbar kir. Erdogan di mijara sererastkirinên qanûnî yên ji bo pêvajoyê de îdîaya "berpirsyariya tiştên partiyên din qebûl nakin, diavêjin ser milê me" anî ziman û got, "Xebatên me yên ji bo pakêta reforman di çarçoveya raporên Mirovên Aqilmend de dewam dikin."
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di vegera ji Arjantînê de li balafirê mijarên di rojevê de nirxand.
Erdogan got, "li gorî lêpirsînên wan ên li nava civakê, li Başûrrojhilat rewşa AKP'ê gelekî baş e, rêjeya dengan ji sedî 55 xuya dike. Bêguman hin ji vê rewşê bêzarin. Çiya û partiyê, herî dawî daxuyaniyên bi hev re nakok dan. Mîna ku polîsê baş polîsê nebaş dileyzin..."
Erdogan BDP nîşan da û got, "Daxuyaniyên partiyê û daxuyaniyên Îmraliyê bi hev re di nava ahengiyê de ne" û KCK tewanbar kir ku der barê pêvajoyê de dilezîne. Erdogan got, "Bawerim mesaj bi derengî diçe ji çiyê re. Yan jî dilezînin. Ji me dixwazin di mijarên ku 4 partî li ser li hev nakin, qanûnan derxînin. Berpirsyariya tiştên partiyên din qebûl nakin, diavêjin situyê me. Xebatên me yên ji bo pakêta reforman di çarçoveya raporên Mirovên Aqilmend de dewam dikin."
Erdogan diyar kir ku ew ne bawer e di pêvajoya çareseriyê de kêmasiyên cidî rû bidin û îdîa kir ku gotina "Em vekişînê radiwestînin" ne rast e. Erdogan careke din îdîa kir ku yên vekişiyane "jin, nexweş û zarok in."