Erdogan rojê 6 milyonî xerc dike!

Eşkere bû ku Erdogan di nava 4 mehên destpêkê yên sala 2018'an de 747 milyon lîre ji budçeya veşartî xerc kiriye. Erdogan ji bilî lêçûnên fermî, her roj 6 milyon û 225 hezar lîreyî xerc dike.

Eşkere bû ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di nava 4 mehên destpêkê yên sala 2018'an de 747 milyon lîre ji budçeya veşartî xerc kiriye. Erdogan ji bilî lêçûnên fermî, her roj 6 milyon û 225 hezar lîreyî xerc dike.

TENÊ MEHA NÎSANÊ 203 MILYON XERC KIR!

Ji budçeya veşartî ku di bin kontrola Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim de ye, eşkere bû tenê meha Nîsanê 203 milyon lîre hatine xerckirin. Di 4 mehên destpêkê yên sala 2018'an de 747 lîre xerc kiriye.