Erdogan gefa 'dersînorkirinê' li sefîrên bilind xwar
Erdogan gefa 'dersînorkirinê' li sefîrên bilind xwar
Erdogan gefa 'dersînorkirinê' li sefîrên bilind xwar
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, der barê operasyonên nelirêtî û bertîlê de bêyî nav bide diyar kir ku hin sefîrên bilind di nava 'çalakiyên provokatîf' de ne û got, "Em ne neçar in we li vî welatî rabigirin."
Serokwezîr Erdogan li Samsûnê peyivî û îdîa kir ku operasyonên bertîl û karê nelirêtiyê yên li hemberî hikûmet û partiya wî "operasyoneke navneteweyî û serkarên herêmî" ye. Erdogan got, "Ev bûyera di rojên dawî de qewimî, xwedî aliyên navneteweyî û serkarên herêmî ye. Ev operasyon gavek li dijî hikûmetê ye. Çavê me wê ji vê netirse. Dema beriya 11 salan em hatin ser peywirê hatineya milî 230 mîlyar dolar bû. Îro ev yek 800 mîlyar dolar derbas kiriye. Li welatekî lê karên nelirê hebe, hatineya milî dikare zêde bibe?"
Der heqê dozger û polîsên operasyon meşandine de Erdogan got, "Eger hemû li gorî esasên xebatê yên destûra bingehîn dixebitin, hingî tiştek nîne. Lê eger li dijî vê dixebitin, hingî bila li qisûrê nenêrin. Personelekî dadgeriyê, bi şêweyekî li dijî qanûnan nikare ferman bide, zextê bike."
Erdogan axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger hûn rabin bi zexta li van mirovan re hewl bidin rê bidin dadgeriyê, hingî emê jî ya dikeve ser milê xwe bicih bînin. Ya ku em dikin jî ev e. Personelê dadgeriyê jî wê biavêje ser malê, li cihê avêtiye ser malê lingê xwe biavêje ser hev, tizbiya xwe bihejîne û xwarinekê ji xwe re bixwaze. Pêwistiya wê çibe emê wê jî bikin. Çi rêeberî çi dadgerî, çi endamên partiya me, ya pêwîst emê bikin."
'SEFÎRÊN BILIND DI NAVA HIN ÇALAKIYÊN PROVOKATÎF DE NE'
Erdogan bêyî nav bide sefîrên bilind xist hedefa xwe û got, "Di rojên dawî de sefîrên bilind di nava hin çalakiyên provokatîf de ne. Ez bang li wan dikim: Karê xwe bikin. Em ne neçarin we li welatê xwe rabigirin. Eger sefîrên we yên bilind jî dikevin nava lîstikên bi vî rengî, agahiyê bidin me, hûn neşînin, emê bigirin."
Ev daxuyaniyên Erdogan li demeke ku îdîa dihat kirin ku DYA li pişt van operasyonan heye û îdîaya Sefîrê Bilind ê DYA Frank Rîccîardone di 17'ê Kanûnê de bi Sefîrên Bilind ên Yekitiya Ewropayê re hatiye cem hev, rast hat.
RICCIARDONE: TI ELEQEYA ME BI OPERASYONÊ RE NÎNE
Hat îdîakirin ku Rîccîardone di hevdîtina bi Sefîrên Bilind ên Yekitiya Ewropayê re gotiye, "Me gotin divê bila Halkbankê têkiliya xwe bi Îranê re qut bike, li me guhdarî nekirin. Hûn li têkçûna împaratoriyekê temaşe dikin."
Rîccîardone îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ti eleqeya DYA bi operasyona nelirêtiyê ya dewam dike re tineye.