Erdogan dixwaze siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê bide kuştin!

Siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ku di hedefa MÎT'ê de ne diyar kirin, Erdogan bi rengekî topyekûn gelê Kurd kiriye armanc û gotin, "Kuştina me siyasetmedaran, parçeyeke ji vê yekê ye."

Siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê, ku parlamenterên berê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî di nava wan de hene, di hedefa Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) de ne. Li gorî îdîayan, endamên MÎT'ê li gelek welatên Ewropayê tîm bi tîm tevdigerin û di hedefa van de Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar, Yuksel Koç û Sevahîr Bayindir hene.

Belgeyên ku li Hambûrgê li ser endamê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan ê li Hambûrgê derkete holê û axaftina bi telefonê ya Mûstafa Karataş bi rêveberên MÎT'ê re eşkere bû, ku ev îdîa piştrast e.

Siyasetmedarên Kurd ên di hedefa MÎT'ê de ne, Remzî Kartal, Zubeyîn Aydar, Yuksel Koç û Sevahîr Bayindir ji ANF'ê re axivîn. Siyasetmedaran dewletên Ewropayê rexne kirin ku van hewldanan ji nedîtî ve tên û xwestin, tedbîr bên zêdekirin.

AYDAR: EV ÊRÎŞ LI SEFARETXANEYÊN BILIND TÊN PLANKIRIN

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar diyar kir, di bingeha van hewldanên êrîşê yên li dijî wan de, polîtîkaya dewleta Tirk a ji bo tinekirina Kurdan heye û ev nirxandin kir: "Delweta Tirk bi regnekî hovane û bê exlaqî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd şer dike. Her bajarê Kurdan hildiweşîne, mirovên bê guneh dişewitîne. Bombeyan li Kurdistanê dibarîne. Di vê çarçoveyê de dixwaze sûîqestê li siyasetmedarên Kurd bike. Ev êrîş bi AKP'ê re dest pê kir. Ti ji hikumetên beriya AKP'ê li dijî siyasetmedarên Kurd ên sivîl ên li Ewropayê neketin nava hewldaneke bi vî rengî. Lê belê bi Erdogan re pîvan û hiqûq nîne. Bi gerandina dek û dolaban û bi rengekî bê pîvan siyasetê dike."

Aydar bibîr xist ku van êrîşên sûîqestê sala 2011'an dest pê kirin, wan hingî hin agahiyên îstîxbaratî girtin û pê hesiyan ku hin tîmên kontra ji bo êrîşî wan bikin ber bi Ewropayê ve hatine şandin. Aydar anî ziman, ku wan carna tedbîra xwe girtin, carna jî di vî warî de bi xemsarî tevgeriyan û wiha dewam kir: "Me bi rengekî giran berdêla vê dan. Li Parîsê komkujî hate kirin. Di navbera salên 2013-2015'an de ev êrîş sekinîn. Lê belê ev tîm razan, xwe veşartin. Bi têkçûna pêvajoyê re ev tîm ji nû ve ketin nava liv û tevgerê. Hin ji van hatin girtin, qeyda dengê wan derketin. Di vê qeyda deng de navê 4 kesan derbas dibe. Navê yekî ji wan ê min e. Rêveberê MÎT'ê ji bo lê bide, di nava 3 saetên dawî de agahiyan dixwaze. Ev yek jî cidiyeta rewşê radixe pêş çavan. Me berê ji dewletên Ewropayê digotin, lê wan bawer nedikirin. Niha ev tiştên me digotin, yek bi yek derdikevin holê."

HIŞYARIYA LI WELATÊN EWROPAYÊ

Aydar xemsariya dewletên Ewropayê rexne kir û got, "Em Kurd û tevger, tedbîrên xwe digirin, lê belê daxwaza me ji dewletên Ewropayê ew e ku van têkiliyan derxînin holê. Tirkiyeyê li Parîsê cînayetek kir, tevî ku her tişt zelal e jî dewleta Fransayê bêdeng e. Dixwaze bi mirina kesê ku navê wî weke kujer derbas dibe, bûyerê biqedîne. Yekîtiya Ewropa û Fransa bêdeng man. Em niha wan hişyar dikin: Ya ku wê çaxê kirin, niha jî dixwazin bikin. Divê tedbîrê bidin. Eger Fransayê hingî tedbîr girtibûya, Tirkiyeyê nikarîbû niha li dijî me karê MÎT'ê bikira."

Zubeyîr Aydar da zanîn, MÎT a Tirk di serî de Elmanya gelek welatên Ewropayê ji xwe re weke baregehê bi kar tînin û wiha dewam kir: "Di serî de Elmanya, li Hollanda, Belçîka, Fransa û wleatên Skandînavyayê navendên MÎT'ê hene. Vî karî jî li sefaretxaneyan û konsolosxaneyan dike. Hin ji wan weke dîplomat tên û hin yekîne hene ku karê wan tenê ev e. Ev hêzên taybet in. Karê kontra dikin. Plansa vî karî jî li Qesrê tê kirin. Fermana dawî jî ji wir derdikeve. Lê belê ev hemû hewldanên wan belasebep in. Dibe ku ji ber kêmasiyên me li yekî ji me bidin, lê belê wê nikaribin encamê bigirin. Wê me hê tund bikin û hê bi xurtî bi têkoşînê ve girê bide."

KOÇ: AGAHÎ Û BELGE LI BER DESTÊ ME HENE

Yek ji kesên di hedefa MÎT'ê de ne Hevserokê KCKD-E Yuksel Koç e. Koç gotina "Cihêkar û xayinên welat li Ewropayê kar dikin. Ciwanên Tirk li wir çi dikin?" a Erdogan bibîr xist û got, "Ciwanên Tirk û konsolosxaneyên ev ferman girtin, hucreyên xwe yên razayî xistin nava tevgerê. Di serî de Anadolû Ajansi medyaya alîgirê hikumetê, dest bi weşanên ku siyasetmedarên Kurd dikin hedef, kirin.

Li gorî agahî û belgeyên gihîştin ber destê me, du lingên vê planê hene. Ya yekemîn şandina tîmekê ji Tirkiyeyê. Ya duyemîn jî avakirina tîmekê ji Tirkên li vê derê dijîn. Li vir jî konsolosxane weke navenda MÎT'ê û sîxuran dixebitin. Bi zirxê pasaporta dîplomatîk vî karî dikin. Erdogan ê ku qîma xwe bi vê jî nanî, rêxistineke paramîlîter ava kir. Ev rêxistin, tevî siyasetmedarên Kurd, mûxalîfên ji neçarî hatine Ewropayê dike hedef. Dema ku mirov bala xwe bidin ser agahî û belgeyên li ser ajanên li Fransa û Elmanyayê hatin girtin, tê dîtin ku plana cînayetê tê kirin. Gava mirov hemû agahî û belgeyan tînin gel hev, ev encam derdikeve. Rêxistinbûneke gelekî plankirî û bi rêk û pêk heye. Ji xwe qeyda deng a Mûstafa Karataş a li Hambûrgê jî vê yekê piştrast dike. 'Beg'ekî ku vê yekê organîze dike heye. Çavkaniyên me jî vê piştrast dikin. Tîmeke jorîn heye û tîmên jêrîn hene. Ev li herêmên Ewropayê belav bûne. Armanca wan ew e ku lîsteyek ji navên siyasetemdar, nûnerên saziyên Kurd û kesayetên tên naskirin derxînin û înfaz bikin. Par agahî ji me re hat ku 3 tîmên înfazê hatine Elmanyayê. Ev li herêmên cuda hatine bicihkirin. Ev tîmên navborî yekser bi Erdogan ve girêdayî dixebitin. Wekî din li gorî agahiyên Dozgeriya Federal a Elamnayyê, di belgeyên li ser Mûhammed Taha Gergerlîoglû yê li Koblenzê hate girtin de derket holê, lîsteyek ji agahiyan û şopandina siyasetmedarên Kurd derkete holê. Ji ber ku Gergerlîoglû yek ji wan kesan bû ku ev yek organîze dikir."

Yuksel Koç anî ziman ku di destê MÎT'ê de lîsteyeke mezin a ji navên siyasetmedarên Kurd, demokrat, mûxalîf û rewşenbîrên Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn heye û diyar kir, ku haya Elmanyayê ji vê heye, lê ev lîste nedaye wan.

Koç, dewletên Ewropayê rexne kir û got, "Niha doz bi rengekî şexsî tên meşandin. Ev yek şaşitiyeke mezin e. Li gorî me divê doz hemû biin yek û dadgerî dest bi hewldanan bike. Ji ber ku ev bi rengekî koordîneyî dixebitin. Tîma ku organîze dike, tîpa ku îstîxbaratê kom dike û tîma ku înfaz dike. Ev hemû kom di nava sîstemeke fermandanê de dixebitin. Va ye belgeyên li ser Mehmet Fatîh Sayan derketin holê. Her wiha kesekî din heye ku li Franasyê hatiye girtin. Qeyda deng a Karatay ê li Hambûrgê hate girtin. Lê cihê fikaran e ku bi taybetî Elmanya van dozan nake yek û bi rengekî cuda ji hev, dinirxîne."

KARTAL: ERDOGAN DI NAVA PANÎKÊ DE YE

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî ragihand, planên êrîşa li dijî wan parçeyek ji şerê li Kurdistanê ye Û got, "Dewlet ji bo nirxê moralê û vîna gelê me ji holê rake, di nava hemû têkiliyên qirêj de ye. Em di pêvajoyeke wiha de ne. Komkujiyên li Cizîr, Sûr, Silopiya, Şirnex û Geverê, operasyonên li dijî gerîla, polîtîkayên li hemberî partiya siyasî tê meşandin, hewldanên li dijî siyasetmedar û saziyên Kurd ên li Ewropayê hemû parçeyên vê pêvajoyê ne. Bi operasyonên mîna Parîsê re dixwazin me bikujin, ji holê rakin û moralê gelê me xera bikin. Dema ku mirov vê yekê bi rengekî giştî dinirxînin, hingî profîla Erdogan derdikeve holê. Binerin, diçe Ewropayê, fermanê dide dîplomatan û ew jî êrîşî Kurdan dikin. Tê Ewropayê, bi heman rengî êrîşî sazî û siyasetmedarên Kurdan dike. Ev yek parçeyek ji panîk û têkçûna dewletê û Erdogan e. Erdogan nema ji xwe bawer e û ji ber ku desthilatdariya wî ketiye rewşeke xetere, li pey êrîşên bi vî rengî ye. Lewma siyasetmedarên Kurd kiriye hedefa xwe."

Kartal da zanîn, li gelek welatên Ewropayê karên bi vî rengî hene û got, "Ji ber ku nifûseke zêde ya Tirkan lê heye, Elmanya di vî warî de bûye baregehek. Ji Mûhammed Taha Gergerglîoglû heta roja îro, ev kar bi berfirehî tê kirin. Vê yekê gelekî cihê xwe di çapemeniyê de girt. Di serî de li Fransa, Hollanda, Belçîka û Swîsreyê li hemû welatên Kurd lê zêde ne, ev kar tê kirin. Dewlet li her derê li dijî gelê me şerekî topyekûn dike. Ji ber vê yekê divê rêveberên saziyên me, rewşenbîrên me, mûxalîfên entellektûel hay ji xwe hebin."

Kartal bibîr xist ku Erdogan li Ewropayê weke 'mirovê nayê xwestin' hatiye ragihandin û got, "Herî dawî bûyerên li Civîna Bilind a G-20'an qewimî û nîqaşên niha bi Elmanyayê re dike, vê yekê nîşan dide. Di asteke tê xwestin de nebe jî, dewletên Ewropayê xwe ji Erdogan vedigirin. Ev têrê nake, divê dewletên Ewropayê dest li karên MÎT'ê werdin."

BAYINDIR: NIKARIN BI ME

Parlamentera berê ya BDP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir jî, ku navê wê di qeyda telefonê ya navbera ajanê bi navê Mûstafa Karataş û rayedarên MÎT'ê de derbas bû, yek ji hedefên MÎT'ê ye. Bayindir, piştî ku li Tirkiyeyê der barê wê de biryara girtinê hate dayin, berê xwe da Elmanyayê û li vê derê niha di nava saziyên Kurd de siyaseta demokratîk dike. Bayindir dibêje, "Ji aliyê tenduristiyê, hiqûqî û siyasî ve li Tirkiyeyê bêparastin hatim hiştin, lewma neçar mam bêm Ewropayê."

Bayindir diyar kir, ku têkoşîna wan a demokratîk a ku li vir dimeşîne, xuya ye hinekan aciz dike ku biryareke wiha dane û got, "Lê belê bila her kes vê baş zanibe, ku ti êrîş nikare bi me."

BANGA JI BO PIŞTGIRIYÊ

Bayindir da zanîn, ku planên li dijî wê dewama êrîşên beriya niha ne û got, "Armanca êrîşa li Silopiyayê ya li hemberî min çi bû, armanca êrîşa li Ewropayê jî ew e. Asta êrîşê çi dibe bila bibe, em ê ti carî ji meşa maf û mafdariyê venegerin. Ev zîhniyet wê rojekê teqez hesabê bide. Dewleta Elman a ku pesnê xwe bi dewleta demokratîk û civakî dide, hiqûqnas, saziyên femînîst, parêzvanên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk, li dijî van êrîşên ku di şexsê me de li hemberî mûxalîfan tê kirin, divê li ber xwe bidin û bang li wan dikim ku piştgiriyê bidin me. Têkoşîna Sara têkoşîna me ye. Mirina herî tirsnak e ku mirov bibe miriyên sax. Em ji vê sîstemê netirsiyan, em ê jê netirsin."