Erdogan: Di CHP’ê de dê tiştên cuda çêbibin, tişta MHP dike jî terorîzme
Erdogan: Di CHP’ê de dê tiştên cuda çêbibin, tişta MHP dike jî terorîzme
Erdogan: Di CHP’ê de dê tiştên cuda çêbibin, tişta MHP dike jî terorîzme
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan rexneyên xwe yên li hember CHP û MHP’ê dubare kir û diyar kir ku, dê li CHP’ê de pêşveçûnên cuda çêbibin. Erdogan nêzîkatiya MHP’ê li hemberî Heyeta Aqilmedan jî wek ‘terorê’ bi nav kir.
Ligorî nûçeya ku di malpera rojnameya Huriyetê de cih girtiye serokwezîrê Tirk Erdogan, bi parlamenterên herêma Egeyê ku ‘herê kêm’ piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê di taştê de hatiye cem hev. Erdogan di derbarê mijarên k udi rojevê de ye axivî û diyar kir ku, di pêvajoya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê meşadin tu bazar tune ye.
Erdogan wiha axivî: “Nirxên wek welat, netew, al û bawerî ji îstîsmarê re pir vekiriye. Me rîsk girt, muxalefet rîskê nagire. Dema me encam girt dê muxalefet mahçup bibe. Muxalefet bi du pirsan dixwaze bê rojevê. Yek, dê çareserî çawa be, ya duyemîn jî teror bi dawî bibe dê çi bibe? me tu carî tavwîz neda terorê. Nekarin bi belge bikin, ispat bikin. Tu bazar tune ye. dibêjin ‘dewlet li dijî PKK’ê têk çû, tawîz danê’. Em dikarin bersiva herî baş bidinê, lê ev ji bilî aloziyê tu tiştek nîne.”
Erdogan CHP û MHP rexne kir û got: “Wekî di MHP’ê de pêk tê, bi serokekî giştî ku welatiyan sor dike, mirov nagihêjin tu derê. Di CHP’ê de jî rewş hemane. Pêşveçûnên cuda dê di demek nêz de hûn bibînin. Li Qeyseriyê li dijî heyeta Aqilmedan provakasyonek çêbû. Di serî de serokê MHP’ê yê navedê proveke dikin. Yên ku çûn wir ne li dij sirûda îstîklalê ne. Ya ku ew dikin terorîzme. Tişta ku MHP dike terorîzme.
Erdogan anketeke li herêma Egeyê hatiye kirin jî parve kir û got, AKP ji sedî 37, CHP ji sedî 43 û MHP jî ji sedî 13 ye.