Epozdemir: Jinên Rojava di Rojhilata Navîn de gula lotus in
Epozdemir: Jinên Rojava di Rojhilata Navîn de gula lotus in
Epozdemir: Jinên Rojava di Rojhilata Navîn de gula lotus in
Komîsyona Jinên Rêveberên Heremî yên DBP'ê bi şîara "Em ax, av û enerjiya xwe komunal bikin û înşaya jiyana azad ava bikin" li Sêrtê konferansên xwe berdewam kirin. Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr diyar kir ku ku di qeyrana kurewî de li Rojava jiyana nû şînbû, Rojava û jinên Rojava di avzêma Rojhilata Navîn de weke gula lotus derketin holê. Bi heman armancê konferansa hermên Riha û Dêrsîmê jî li Wêranşarê destpê kir.
Komîsyona Jinan a Rêveberên Heremî ya DBP'ê yekemîn di 17'ê Îlonê de li Wanê dest bi konferansan kiribû û vê carê li Sêrtê dest bi konferansê bike. Konferans dê du rojan berdewam bike û ceribandinên jinan ên di rêveberên heremî de dê bên nîqaşkirin. Konferans li Salona Konferansê ya Şaredariya Sêrtê pêk tê û hevşaredarên Mêrdîn û Sêrtê û navçeyan, endamên meclîsên şaredariyan û personelên jin ên şaredariyan tevlî dibin.
Di salona konferansê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Arîn Mirkan, Gulnaz Karataş (Beritan), Zeynep Kinaci (Zîlan) hatin daliqandin.
Konferansê bi rêzgirtin û siruda "Ey Reqîp" dest pê kir. Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr ve hate kirin.
'ROJAVA, GULA LOTUS A KU DI AVZÊMA ROJHILATA NAVÎN DE VEDAYE'
Epozdemîr diyar kir ku di qeyrana kurewî de li Rojava jiyana nû şînbû, Rojava û jinên Rojava di avzêma Rojhilata Navîn de weke gula lotus derketin holê. Epozdemîr anî ziman ku jinên Rojava bûn hêviya hemû jinên bindest û wiha got: "Li Şengalê bi hezaran jin weke xanîmetê şer hatin revandin û li bazaran weke kole hatin firotin. Li Kobanê di şexsê Arîn Mîrkan a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ber xwe da hemû jinên şoreşger silav kirin. Epozdemîr da zanîn ku bi nîqaşên di konferansê de li dar dixin dê ji bo nexweşe riya jinan a di rêveberên heremî de amade bikin bibe alîkar.
Piştî axaftina vekirinê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.
LI WÊRANŞARÊ JÎ BI HEMAN ARMANCÊ KONFERANS
Konferansa jinên herêma Riha-Dêrsîmê jî li Wêranşarê dest pê kir. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Med a Şaredariya Wêranşarê dest pê kir. Konferans dê du rojan berdewam bike. Ji Dêrsîm, Mêrsîn, Edene, Konya, Semsûr, Dîlok, Gurgum û Rihayê jinên di xebatên rêveberên heremî de tevlî bûn.
Piştî rêzgirtinê Hevşaredara Dêrsîmê Nurhayat Altun axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ewil di rêveberiyên heremî de bi sê şaredarên jin dest pê kirin lê îro bo têkoşîna hatî dayîn bi pergala hevserokatiyê xebat tên kirin.