Enstîtuya Kurd a Elmanya wê bi hevserokatiyê bidome
Enstîtuya Kurd a Elmanyayê 10. Kongreya xwe ya Awarte li bajarê Hagen ê Elmanyayê pêk anî.
Enstîtuya Kurd a Elmanyayê 10. Kongreya xwe ya Awarte li bajarê Hagen ê Elmanyayê pêk anî.
Enstîtuya Kurd a Elmanyayê 10. Kongreya xwe ya Awarte li bajarê Hagen ê Elmanyayê pêk anî.
Di kongreyê de peyamên FEDA, Meclîsa Êzidiyan a Şenga, CÎK, Yekîtiya Mamostayên Kurd, Cenî, Tev-Çand, KOMAW, YXK, Meclîsa Aştiyê ya Ewropa, Însiyatîfa Kurecîk a Ewropa û Komeleya Alternatîf ku hat xwendin 35 endam tevlî kongreyê bûn.
Piştî raporên xebatan hatin xwendin, pêşniyara komîsyona jinan a ji bo serokatiya enstîtuyê wek hevserokatiyê bê guhertin bi dengdayînê hat qebûkirin.
Hacîre Gençû Fevzî Ozmen wek hevserok, Şemsettîn Akalin wek sayman, Hulya Turgut û Omer Avci di nav de 5 kes ji bo rêveberiyê, Gulnaz Beyaz û Alî Aksoy ji bo rêveberiya yedek hatin hilbijartin.
Bi erêkirina kongreyê re xala "Enstîtu salê carekê kongreya xwe li dar dixe” wek “du salan” hat guhertin.