Enerjiyên dikarin bên nûkirin ji karesatan erzantir e!
Enerjiyên dikarin bên nûkirin ji karesatan erzantir e!
Enerjiyên dikarin bên nûkirin ji karesatan erzantir e!
Hêviyên pêşîgirtina guherînên demsalî yên germahiya global rê li ber vedike, sala pêş wê di Parîsê di civînê de bê nîqaşkirin. Pispor diyar dikin ku divê êdî derbasî enerjiyên dikarin bên nûkirin, bin û her çiqas wê di dema derbasbûnê de aboriya cîhanê bi bandor bibe jî pispor israr dikin.
Li gorî rapora demsalê ya cîhanê ku ji aliyê Panela Guherîna Demsala Navbera Hikûmetan de (IPCC) hatiye amadekirin de germahiya cîhanê ji sala 1880’an heta niha 0,85 derece zêde bûye û qeşayên cîhanê heliyane. Di rojên buhrî de di rapora ku li Kopenhagê hatiye aşkerakirin de hat dîtin ku asta avê heta 19 santîmetreyî bilind bûye û ji ber ku li okyanusan karbondîoksît zêde bûye germahî zêde bûye.
Dîsa li gorî rapora demsalî ya cîhanê, CO2, metan û azotprotoksît a li atmosferê di 800 hezar salên dawî de gihiştiye asta herî jor. Di raporê de hat gotin ku wê rîskên heyî yên li ser jiyana mirovan zêde bibin û rîskên din jî derkevin holê.
DI 2100’AN DE HEDEFA SIFIR GAZ BÊ BELAVKIRIN
Pispor diyar dikin ku berpirsê germahiya global û guherînan mirovan in. Her wiha ev jî ji ber bikaranîna petrol, gaz û komirê pêk tê.
Di raporê de tê gotin ku heta sala 2050’yî hedef dikin ku ji sedî 40-70’ê kêm bikin û heta 2100’î jî daxînin sifirê.
ENERJIYÊN ALTERNATÎF
Di raporê de di navan pêşniyarên hatiye kirin de tê gotin ku divê enerjiyên dikarin bên nûkirin bên bikaranîn. Tê gotin ku li şûna petrol, gaz û komirê divê ji av, ba û rojê enerjî bê girtin û ev jî wê mîktara CO2’ê dê gelek kêm bike.
Ger ku veguhastina enerjiyê pêk neyê û germahiya global bidome wê karesata derkeve holê zirarek mezin bide aboriya cîhanê.
Di civîna demsalî ya sala pêş wê li Parîsê pêk bê de tê hedefkirin ku peymaneke ku cihê protokola Kyoto digire bê îmzekirin. Yê ji bo vê peymanê herî zêde hewl dide jî YE ye. Lê daneyên aîdî YE’yê terkirina enerjiyên fosîlê wisa ne hêsan e.