Endamên OHD’ê çûn serdana Emîne Şenyaşar

Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe didomîne îro fitara xew li ber wezaretê vekir û derbasî Meclîsê bû.

emîne şenyaşar

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 52’yan de berdewam kir. Emîn Şenyaşar di roja sêyemîn de fitara xwe li ber wezaretê  vekir.

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Sîpan Cizrelî û Parêzer Ûmît Bozan Emîne Şenyaşar li vir ziyaret kirin. Piştî fitarê malbata Şenyaşar derbasî parlementoya Tirkiyê bûn.