Endamên CÎK’ê yên dest bi greva birçîbûnê kirine: Pêwîst e derhal hevdîtin bi Ocalan re çêbibe

Rêveber û endamên CÎK’ê yên tevlî greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bûn, anîn ziman ku pêwîstî pê heye derhal hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbibe.

Greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT), Rêberê Gelê Kurd Ocalan derhal bibîne bikeve nav liv û tevgerê û di navdewletî de statuya Şengalê bê nasîn bêdem-bêdorveger li Strasboûrgê dabûn destpêkirin, di roja 12’emîn de didome. Bi armanca piştigiriya çalakiyê, ji rêveber û endamên Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) Melle Mûhîttîn Kûrtay, Haci Edîbe Kûrtay, Melle Saleh Torî, Haci Cûma Dag û Haci Edîbe Dag jî duh tevlî greva birçîbûnê bibûn. 

Têkîldarî tevlîbûna greva birçîbûnê me li gotinên rêveber û endamên CÎK’ê guhdar kirin;

Melle Mûhîttîn Kûrtay: Du rê hene, yek rast yek şaş e; ya rast rêya xwişktî, biratî, wekhevî û azadiyê ye. Ya şaş jî ya koletî, esaret û bêrûmetiyê ye. Her mirov jî dixwaze bibe xwedî jiyana bi rûmet. 

Îro dema em li giştî cîhanê dinêrin, em dibînin ku gelê Kurd bi serê xwe maye. Lewre jî divê gelê Kurd bi hêzê, bi lezgîni bixebite û azadiya xwe pêk bîne. Êdî dem dema azadiyê ye. bi hezaran şehîdên me hene û divê gelê me vê bibîne û li gor vê tevbigere.

Dîsa divê neyê jibîrkirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya gelê Kurd e. Gelê me jî bi vê têgihiştinê pêwîst e bikeve nav liv û tevgerê.

Haci Edîbe Kûrtay: Wek dayikekê ez jî bi armanca piştgiriyê tevlî vê çalakiya bûme. Çend sal in Serokê me di bin tecrîdê de ye û herî kêm salek û nîv e agahî jê nayê girtin. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Lenet dikin.

Pêwîst e gelê Kurd vê zanibe; em bi salan e li qadan, kolanan li pey heqê xwe ne û dibêjin ‘ti kes destekê nade me’. Dema dor tê me, cîhan ker û lal dibe. Lê divê em bi xwe xwedî li xwe derkevin, xwedî li Serokatiya xwe derkevin.

Haci Cûma Dag: Zêdetirî 500 roj in ti agahî ji Serok Apo nayê wergirtin. Heta agahî jê neyê girtin, em ê çalakiyê bidomînin. Em dixwazin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û agahiyên xêrê ji me re bînin.

Melle Saleh Torî:  Banga me ji bo Ewropa, Amerîka û welatin din ên cîhanê ne ku welatê me radestî nîjadperestan kirine û veguherandine gola xwînê. Êdî bes destê xwe bidin van qatil û dîktatoran, destekê bidin Kurdan.

Ji bo gelên Tirk, Ereb û Acem, ji bo rewşenbîr û demokratan û hem jî ji bo tevahî gelê Kurd banga me ew e ku li mirovatî, gelê Kurd û doza xwe xwedî derkevin. Em dibêjin pêwîst e êdî dewleta Tirk û AKP dawî li van qetlîaman bîne.

...