Endamên Însiyatîfa Jinan a Strasbourgê nobedarên vê hefteyê ne
Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya "Azadî ji Ocalan re" ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, endamên Însiyatîfa Jinan a Strasbourgê ne.
Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya "Azadî ji Ocalan re" ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, endamên Însiyatîfa Jinan a Strasbourgê ne.
'Nobeda azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê girtin, dewam dike. Jinên ji Însiyatîfa Jinan a Strasbourgê wê vê hefteyê bi rengekî dorveger nobedê bigirin. Jinan roja Yekşemê dest bi girtina nobedê kirin.
Endamên Însiyatîfa Jinan a Strasbourgê destnîşan kirin ku wê dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî qebûl nekin û ji bo qedandina tecrîda giran a salên dawî banga têkoşînê kirin.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiyên Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê dest pê kir, bi rengekî bê navber didome. Her hefte komek ji bajarekî cuda yê Ewropayê dibe nobedar. Mehê carekê jî pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) nobedê digirin.