Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ji aliyê bi hezaran ve hate bibîranîn

Endamê Grûp Yorûm Koçek ê ji bo rakirina qedexeya li ser konser û zextên dewletê ya li ser hunerê bi dawî bibe piştî 323 rojan a rojiya mirinê ya 2 rojên dawî li çalakiya xwe anî, rakiribûn nexweşcaneyê şehîd bû, li Mala Cemê merasîmek hate kirin.

Merasîma ku bi hezaran kesî berê xwe dayê, alên sor hatin hildan û cenazeyê Kokçek bi alan hate pêçan, bi yek dengî sirûdên Grûp Yorûm qîr kirin.

Kokçek ê 15 sal bû gîtara bas lêdixist ji bo rakirina qedexeya li ser konserê û zextên dewletê ya li ser hunerê piştî rojiya mirinê ya 323 rojan û şûnde rakiribûn Nexwexaneya Reyap a Stenbolê jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Gokçe yê ku du rojan li beşa lezgîn ma ji ber bênefesiyê şehîd bû li Mala Cemê ya Gazî merasîmek hate kirin.

Merasîma bi hezran kes tevlî bû, malbata Îbrahîm Gokçek, li gel malbatên endama Grûp Yorûm Helîn Bolek û dîsa Mûstefa Koçak ên bi daxwaza darezandinek bi adil ketibû rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dabûn parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû û gelek hunermend  û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

Di merasîmê de dirûşmên ‘Îbrahm Gokçek bê mirine’, ‘Helîn Bolek bê mirine’, ‘Mûstefa Koçak bê mirine’ û ‘Bijî berxwedana rojiya mirinê’ hatin qîrkirin.

Merasîma ku cenazeyê Îbrahîm Gokçe yê bi alên sor hatî xemilandin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de strana ‘Ûgûrlama’ ya Grûp Yorûm ku Îbrahîm pir jê hes dikir hate gotin.