Encu: Li Cizîrê kesên rûyê wan girtî û bi çek digerin kî ne?
Ferhat Encû yê HDP’yî komeke ku bi şev li Cizîrê rûyê wan girtî û bi çek digerin anî rojava Meclîsê.
Ferhat Encû yê HDP’yî komeke ku bi şev li Cizîrê rûyê wan girtî û bi çek digerin anî rojava Meclîsê.
Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu bi daxwaza Wezîrê Karê Hundir ê Tirk bersivê bide pirsnameyek anî , komeke li Cizîrê ku bi şev bi maskeyê spî û bi çek digerin û ji 127 kesan pêk tê anî rojevê.
Encu di pirsnameyê de rê da van gotinan: ‘’Li gorî jêderkên herêmî dayin, li navçeya Şirnexê Cizîrê komeke ku têxmînkirin sivîl in, ji hêla Walîtiyê û Fermandariya Garnîzonê ve bi merasîmeke fermî dest bi kar kirine, ku ji 127 kesan pêk tên, bi şev, bi maskeyên spî yên li ser rûçikê wan û çekên G3 digerin, li hin bînahiyên fermî nobetê digirin û weke hêzên dewletê tevdigerin. Koma navborî bi awayekî hişkere gefê li can û malê gel dixwe.’’
PIRSÊN KU BERSIVA WAN JI HIKÛMETÊ TÊ XWESTIN
Encû yê HDP’yî ji Wezîrê Tirk Soylu xwest ku ev pirs werin bersivandin:
‘’Sifetekî fermî yê vê komê heye?
Ev kom yekîneyeke girêdayî wezareta we ye, ku ne wiha be çawa wekî hêzên dewletê tevdigerin?
Armanca avakirina vê komê çiye?
Koma navborî ku sûc bike gelê sivîl wê çawa xwe biparêze?
Heke haya we ji vê komê nebe têkildarî Walî û rayedarên leşkerî ku hêzeke derzagonî avakirin û dest li ser rayeyên wezîrtiya we danîne, xebate fermî ya ku wê were kirin çiye?
Heke koma navborî pêkhatiyeke wiha be ku bi fermî nayê zanîn, ji ber sûcê ku kirin wê çawa berpirsyar werin dîtin?
Îdîayên ku li bajarên rojhilat û başûrê rojhilat hin pêkhateyên derzagonî ku li ser navê dewletê dixebitin zêde bûne. Di vê sala dawî de çend gilh hene di vê debarê de ku gihaştine wezareta we?
Têkildarî van îdîayan û ji bo qilqilîna gel bi dawî bibe wê çi gav werin avêtin?’’