Encû ji bo ku ji birîndaran re ambûlans xwest hate darizandin

Wekîlê HDP’ê Ferhat Encû ji bo ku ji birîndarên jêrzemînê re ambûlan xwest hate darizandin.

Encu wiha got: ‘’Vegotina bûyerên ku li Cizîrê hatine jiyîn, vegotina rastiyan, ne ew e ku mirov gel li kîn û dijminatiyê sor bike.’’

Rûniştina pêşî ya doza wekîlê Şirnexê yê HDP’ê Ferhat Encû ku dema qedexeya derketina derve a li Cizîrê ji birîndaran re ambûlans xwestiye tê darizandin destpê kir. Encû ji Girtîgeha Tîpa T ya Kocaeliyê bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.

Encû di îfadeya xwe de wiha got: ‘’Vegotina bûyerên li Cizîrê, vegotina rastiyên li wir ne sorkirina gel a li kîn û dijminahiyê ye. Ya ku divê were darizandin ne gotinên min in. Darizandina gotinên min dehbetiya hiqûqê nîşan dide.’’

Dozê, ji ber sedema axaftina wekîlê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Encû ya di Hayat TV’yê de destpê kir ku Sariyildiz û Encû di axaftina xwe de ji bo 28 birîndarên ku di jêrzemîna Cizîrê de asê mabûn, xwestibûn ku ambûlans bi wan ve were şandin.