Encamên şerên dijwar ên li Rebîa-Cezaa-Dugura

Encamên şerên dijwar ên li Rebîa-Cezaa-Dugura

Çeteyên DAIŞ ên êrîşî korîdora ewlekariyê ya YPG’ê têde bi dehzaran Êzidî rizgar kirin, darbeyên giran xwarin. Li sêgoşeya Cezaa-Rebîa-Şengal 74 çete hatin kuştin. Di şerên dijwar ê li Rebîa de 14 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniya YPG’ê, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ ên ew 2 roj in li Rebîa-Cezaa-Dugura pêk tên daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG’ê diyar kir ku êrîşên 27’ê Îlonê destpê kirine didomin û çeteyan piraniya hêzên xwe yên li Iraqê kişandiye vê herêmê, bi tank-top û çekên giran tevahiya rojê û bi şev êrîş pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku piştî Kobanê Kantona Cizîrê hedef digirin 27'ê Îlonê destpê kirin dewam dikin. Komên çete piraniya hêzên xwe yên ji Iraqê vekişandine vê herêmê, bi tank, top û çekên giran tevahiya şevê êrîş kirin. Li sêgoşeya Rebîa, Cezaa û Dugura şervanên me berxwedanek mezin nîşandane û komên çete derbeyên mezin xwarine. Li korîdora navbera Şengal û Rojava de jî şer li hin deveran dewam dike.”

LI CEZAA 42 ÇETE HATIN KUŞTIN

YPG’ê diyar kir ku di şer û pevçûnan de 42 çete hatine kuştin û der barê detayên şer de ev agahî hatin dayîn: “Li gundên Kenanê û Kênhu yên di navbera başûrê Cezaa û sînorê Iraqê jî çeteyan xwestin êrîş bikin lê rastî bersiva hêzên me hatin. Piştî berxwedana şervanên me, pêşveçûna çeteyan hat rawestandin. Di şerê dijwar de 3 wesayît, û Hammerek hatin rûxandin. Li vê herêmê jî qasî ku hat tespîtkirin 42 çete hatin kuştin.”

LI KORÎDORA EWLEKARIYÊ YA ŞENGAL DE ŞERÊN DIJWAR

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li devera ku Kale tê binavkirin û li nîvê korîdora ewlekariyê ya Şengalê ye şerên dijwar rû didin û wiha hat gotin, “Li herêma Kale ku dikeve naverasta korîdora ewlekariyê ya Şengalê jî şerê dijwar dewam dike. Êrîşên çeteyan li vir hatin têk birin û yek jê Hammer 3 wesayît hatin rûxandin. Her wiha 15 çete hatin kuştin.

LI REBÎA 14 ŞERVANÊN YPG/YPJ’Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Li navçeya Mûsil Rebîa jî êrîşa çeteyan hat têkbirin. Li vê herêmê jî herî kêm 17 çete hatin kuştin.

Li vê herêmên şer; 14 hevalên me li hemberî êrîşên dijwar berxwedanek bêhempa nîşandan, bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.