Encamên civîna astanayê bi rûreşiyê bi dawî bû

Civîna dibin pêşengiya Rusya, Îran û Tirkiyê li Astanayê hatî lidarxistin îro êvarê bi encambû. Encamê civînê li gorî tê dîtin bi rûreşiyekê bi dawî bû.

Civîna li ser çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê ku li paytexta Kazakistan Astanayê ku di bin pêşengitiya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de duh hate lidarxistin. Lê, bê tevlînebûna Kurdan hêzên demokratik ên mûxalif û welatên di pirsgirêka Sûriyê de cih digrin, civîn bi dawî hat.

Piştî dawiya civînê deklarasyonekî hevbeş hate dayîn ji bo çareseriya ku Tirkiye û rejîma AKP'ê dixwest nebû encam. Di deklerasyona hevbeş de tê diyarkirin ku wê Tehran, Moskova û Enqere ji bo mûzakereyên Cenevreyê wê alîkariyê bidin hemû hêzên bi çek yên li Sûriyeyê.

Her wiha di deklerasyonê de pêşnûmeya 2254 ya Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî jî hat destek kirin.

Li aliyê din di deklerasyonê de destekdayîna rejîma Sûriyeyê û hêzên 'Mûxalîf' yên beşdarî civînê bûyîn, ji bo vê deklerasyonê ne hat diyarkirin. Ji delegasyona Sûriyeyê daxuyaniyek li ser vê rewşê hat dayîn.

Hevditina Astanayê ji aliyê Tirkiyê ve rasti serkeftinê nehat û nêrinên di vê derbarê de zêdetir hatin pîştrast kirin. Her wiha yek ji encamên hevdîtinê ku li ser navê mûxalefetê beşek û çeteyên ji aliyê Enqereyê ve dihatin destek kirin li gorî politîkayên rejîma Sûriyeyê û Rûsya yê hatin paşguhxistin.