Emniyet li ser civakê sîxuriyê ferz dike!

Emniyet li ser civakê sîxuriyê ferz dike!

Muduriyet Giştî ya Emniyêt ya li Tirkiyê, li taxên gelemperiya welêt qutiyên mikurhatinan datîne û wê ji kesên dixwazin mikurhatinê (îxbar) bikin, bêyî nasnameya xwe diyar bikin van qutiyan bikar bînin.

Di çarçoveya vê projeya Emniyetê de, wê li taxan qutiyên mikurhatinê yên nivîskî û devkî werin bicihkirin. Nasnameya kesên li van qutiyan li xwe yan jî derdora xwe mikur werin, wê neyên eşkerekirin û neyên lêkolînkirin.

Serokatiya Daîreya Asayîşê ya Emniyetê der heqê mijarê de got, "Mirov dema dixwazin bi rêya e-amil, name yan jî faksê mikurhatinê bike, ji ber îhtimala eşkerebûna nasnameya wan heye, ji vê vedikişe. Dema dixwaze bi xwe biçe qada polîsan û îxbarê bikin jî, ji ber karên burokratîk dirêj dibe, vî karî nakin. Lewma qutiyên mikurhatinê ketine rojevê."