EMEP têkoşîna jinê bi hêztir dike

EMEP têkoşîna jinê bi hêztir dike

EMEP’ê bi biryara 6’emîn kongreya xw e bi dirûşmeya ‘Bi hêza rêxistinkirî ya jinê xwe nûkirin, guherin û veguhestin’ konferans pêk hat û encamên wê aşkera bûn.

EMEP’ê der barê konferansa ku pirsgirêkên tevgera jinan û xebatê di vê çarçoveyê de hatin nirxandin, agahî da û wiha got: “îro li hemberî polîtîkayên neolîberal û muhafazakariya li jinan têkoşîn mecburiye. Hikûmeta AKP’ê ol bi kar tîne û pîroziya malbatê û dewletê di her firsetê de bi kar tîne û bi polîtîkayên durû re keda jinê erzantir dike û zêdetir dikişînin nava xizaniyê , zemîna şîdetê bi hêztir dike.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tundiya li hemberî jinê bi awayekî polîtîk û sîstematîk dimeşe. Hedefa me ew e ku em li dijî her cureyê şîdetê têkoşîna xwe bilindtir bikin. tê zanîn k udi salên dawî de d şîdeta li hemberî jinê her diçe zêdetir dibe. Îro welatê me û herêma me bi geha şer re rû bir û ye. Di hemû şêrên cîhanê de yên herî zêde dipelçiqin jin in. Ji ber vê jî em wekê peywirê didin ber xwe ku li dijî polîtîkayên şer yên derve û hundir em dê xwe bi rêxistin binin. Partiya me di hişmendiya ku dê jin di têkoşîna aştiyê de rolek girîng bilîze de ye û got di nav jinan de ji bo ev daxwaz bi hêz bibe dê xebat bimeşin.

Li aliyê din jinên kurd rsatî zextên netewî , çinî û zayendî tên. Partiya me heta niha ev her sê xal li ber çavan girtine û têkoşîna xwe meşandine. Di vê çarçoveyê de hedefa me eve ku Meclisên Jinan ya Kongreya Demokratîk a Gelan xwe bilez û bez bi rêxistin bikin.”