'Em ne mecbûrî sîstema serokatiyê ne; em ê li ber xwe bidin'

Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît diyar kir, armanca êrîşên li dijî HDP'ê û operasyona xapandinê, bicihanîna sîstema serokatiyê ye û got, "Em ne mecbûrî sîstema we ya serokatiyê ne. Me li ber xwe dan, em li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin."

Rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist û êrîşên nîjadperestî yên li dijî bajar û navçeyên xwe şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ve hate dayîn.

'LI DEWSA KU ÎSTIFA BIKE, BANGA TOLHILDANÊ DIKE'

Koçyîgît da xuyakirin, ku hikûmet li şûna hesabê bombeyên diqetin bide û îstifa bike, ji bo tolhildaê bangê dike û partiya HDP'ê ya ku dengê aştiyê bilind dike, weke hedef nîşan dide. Koçyîgît got, "AKP û Qesr, mîna ku sedema hemû bombeyan HDP ye, yekser HDP'ê hedef nîşan didin. Mixabin komên lîncê êrîş avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan dikin, dişewitînin. 'Hêzên ewlekariyê' pêşî li van êrîşan nagirin û têkildarî mijdarê daxuyaiyekê jî nadin."

'LI 5 BAJAR Û 14 NAVÇEYAN ÊRÎŞ HATIN KIRIN, 626 HDP'YÎ HATIN BINÇAVKIRIN'

Koçyîgît diyar kir, di dema van êrîşan de avahiyên partiya wan ên li 5 bajar û 14 navçeyan zerar dîtine û anî ziman, di rojên dawî de li Stenbolê 60, bi giştî 626 rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan hatine binçavkirin.

Koçyîgît got, "Li şûna ku rayedarên hikûmetê ji ber van teqînan îstifa bikin, gelo çawa dibe ku 626 HDP'yî têne binçavkirin? Eger hûn dixwazin êdî bombe li vî welatî neteqin, pêşî li şîdetê û rijandina xwînê bigirin, hingî divê hûn sedemên vê yekê ji holê rakin û li mercên sala 2013'an vegerin."

'EM NE MECBÛRÎ SÎSTEMA WE YA SEROKATIYÊ NE'

Koçyîgît da xuyakirin, ku armanca êrîşên li dijî HDP'ê pêkanîna sîstema serokatiyê ye û bal kişand ser bûyerên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê qewimîn:

"Me ev fîlm careke din dîtibûn. Heman pêvajo îro dubare dibe. Vê mesajê didin civakê; 'Ya hûn ê sîstema serokatiyê qebûl bikin, ya jî hûn ê bikevin nava kaos û şerekî nû yê navxweyî'. Em jî ji vê derê dibêjin; Ti kes nikare sîstema serokatiyê bi me bidin qebûlkirin. Em ne mecbûrî vê sîstema we ne. Li dijî sîstema we ya serokatiyê, ku hûn bi şîdet, zordarî, rijandina xwînê û rondikan hewl didin bidin qebûlkirin, me li ber xwe dan, em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin."

(...) Hemû kadroyên AKP'ê îro pesnê mirinê didin. Em jî li dijî vê yekê siyaseta demokrasî, aştî û hiqûqa gerdûnî dikin. Weke HDK em heta dawiyê xwedî li HDP'ê derketin û em ê ji niha û pê ve jî xwedî lê derkevin."

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş jî da xuyakirin, ku hemû êrîşên li dijî HDP'ê ji aliyê hêzên rêxistinbûyî ve hatine organîzekirin û got, wan gilî kirine.