BI DÎMEN

‘Em hemû zarokên Cerablûsê ne; em ê dagirkeriya Tirkiyê qebûl nekin’

Birayê Abdûlsettar El Cadir ê ku hatibû qetilkirin, yê ji Tabûra Şehîdên Cerablûsê Muhammet Ahmet El Cardir diyar kir, ew ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin. Cadir diyar kir, têkiliyên AKP’ê yên bi DAIŞ’ê re hê jî berdewam in.

Birayê Abdulsettar el Cadir ku ji hêla MÎT’a Tirk ve hate kuştin, diyar kir, ew di azadkirina Cerablûsê de israr dikin, ji bo azadiyê ku hewce be ew ê jiyana xwe jî di ber de bidin lê ew ê qet ji vê rêyê venegerin. Cadir wiha got:

‘’Dewleta Tirk bi rengekî dî Cerablûs dagir kir. Çeteyên berê û yên niha weke hev in. Her du jî ji hêla xaka me ve dagirker in û zilimkar in. Tenê cil û bergên wan guherîn. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em şervanên Cerablûsê, em ê di rêya Şehîd Abdul Settar el Cadir de biçin. Em ê bajarên xwe di bin potînên ti hêzên dagirker de nehêlin. Cerablûs xaka me ye, em hemû şehîd bikevin jî, em ê xaka xwe azad bikin. Tirkiye ku fêhm kir em ê xaka xwe azad bikin, ji vê tirsiya, çeteyên El- Nusra jî da rex xwe û xaka me dagir kirin. Ti cihêtiya her du hêzan jî ji DAIŞ’ê nîn e. Têkoşîna me bi DAIŞ’ê re çawa be wê bi van re jî wiha be.’’

 ‘EM Ê DAGIRKERIYÊ QEBÛL NEKIN’

Em weke Tabûra Şehîdên Cerablûsê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku xaka me û gelê me hê li benda azadiyê ye. Em û gelê me yê ku li hundir asê maye, em dixwazin bi azadî li malên xwe bijîn. Beriya bi 3 salan çeteyên DAIŞ’ê malên me talan kirin, ji ber sedema van çeteyan em ji cih û warê xwe bûn û bûne penaber. Wê demê ti deng ji Tirkiyê derneket. Ji bo çi cîrantiya van çeteyan qebûl kir? Niha piştî ku fêhm kir em ê bajarê xwe azad bikin, di bin navê tekoşîna dij DAIŞ’ê de vê carê li gel çeteyên El Nusra bajarên me dagir kirin. Em vê jî qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.’’

Cadir diyar kir operasyona Tirkiyê ya ku dayî destpêkirin di hedefa wê de ne hêza leşkerî lê komkujiya sivîlan û bêmirovkirina xaka wan heye û ev dagirkeriyeke bi vî rengî ye. Cadir wiha dom kir, ‘’Tirkiye di vê operasyonê de balafirên xwe, tangên xwe, topên xwe dane bikar anîn. Van balafiran ne li me şervanan, li gelê me yê sivîl xist. Bi vê dixwazin ku gelê me dev ji xaka xwe berde û li şûna wan hine dî bi cih bikin. Heke rast Tirkiye dixwaze bi DAIŞ’ê re şer bike, diyar e bê ka DAIŞ li kûderê ye, bila biçine wir. Lê em pê dizanin ku hevkariya AKP’ê û DAIŞ’ê berdewam e. Ji bo vê jî çeteyên DAIŞ’ê bi daxwaza wan bajar ji wan re hiştin.’’

 ‘DEWLETA TIRK DIXWAZE EREBAN JÎ TUNE BIKE’

Cadir got, wan ji bo azadiya Cerablûsê biryara şer girtine û wiha pê de çû: ‘’Tirkiye dema ku ev der dagir kirin Kurd hêncet nîşan dan lê ev ne rast e. Em hêzên Ereb in û hêzên ku dewleta Tirk dixwaze bikuje, tune bike û êrîş kirî jî em in. Em hemû zarokên Cerablûsê ne.’’

Têkildarî biryara vekişînê de jî Muhammet Ahmet el Cadir wiha anî ziman: ‘’Em heya bi başûrê ava Sacurê vekişîn. Ji ber ku dewleta Tirk dema ku digot li me dixe, li gelê me dixist, bi vî awayî bi dehan mirovên me kuştin. Em li gelê xwe fikirîn û ji bo vê me biryareke wiha da.’’

...