Endamên ÎHD’ê û Komîsyona Edalet û Heqîqetê yên ku li Qada Galatasarayê kom bûn, di 61’emîn meha Qetlîama Roboskiyê de, daxwaza kirin ku faîl diyarin bên darezandin û cezakirin. Di çalakiyê de wêneyên 34 ciwanên Kurd ku piraniya wan jê zarok ku di qetlîama Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û pankarta bi nivîsa “Qetlama Roboskiyê di sala xwe ya 5’emîn de ye,êdî bese” hate vekirin. Li ser navê parêzvanên mafê mirovan endamê Komîteya Edalet û Heqîqetê Osman Ozkan daxuyanî xwend.
Ozmen bi bîr xist ku tevî ev 61 mehe li ser qetlîama Roboskiyê re derbas dibe hê jî edalet nehatiye cih û wiha got: “Lêpirsîn û dozên ku di derbarê kesên qetlîam pêk anîn de, hemû hatin girtin. Faîl û berpirs di pişt zirxê bêcezakirinê de tên parastin. Ev êşa ku hate jiyîn hê jî di dilê dayîkan de nû ye.”
Ozkan destnîşan kir ku mafê jiyanê yek ji mafê herî rewa yê gerdûnê ye. Ozkan diyar kir ku qetlîama Roboskiyê sûcekî yê mirovahiyê yê herî hovaneye kûu hatiye kirin.
Ozkan wiha got: “Qetlîamên ku li Amed, Reyhanliyê, Pirsûs, Enqere, Reîna, Cizîr, Nisêbîn û gelek cihê din hatin kirin dewama Qetlîama Roboskiyê ne.” Ozkan bi berdewamî wiha pê de çû: “Em weke parêzvanên mafê mirovan, di serî de şopdarê qetlîama Roboskî û şopdarê hemû dosyayên qetlîamê ku dixwazin binixûmînin bin. Ji bo aştiyeke mayînde û çareseriyê ji vegra maseya muzakereyê ti rêyên din nîne.”