'Em ê nebin rojnamegerên we yên yektîp’

Platforma Çapemeniya Azad a Stenbolê operasyonên girtinê ya li ser Çapemeniya Azad bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Qada Galatasarayê protesto kir.

Platforma Çapemeniya Azad a Stenbolê bi boneya şermezarkirina zext û girtina li ser çapameniyê û rojnamegeran di demên dawî de zêde bûye, li Qada Galatasarayê li hev kom bûn û daxuyaniya çapameniyê da. Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), parêzvanê mafê mirovan, Dayikên Şemiyê û gelek kes beşdar bûn û piştevaniya xwe nîşan dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji rojnamegerên girtî re azadî” û dowîzên “Rojnamegerî ne sûc e” û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û wêneyên rojnamegerên girtî hatin hildan. Dirûşmên li dijî zextên li ser rojnamegeran hatin berzkirin.

 ‘HEVALÊN ME YÊN ROJNAMEGER ÊN GIRTÎ BERDIN’

Di çalakiyê de ewil Sekreterê Giştî yê TGS’ê Mûstafa Kûlelî axivî û got: “Tirkiye di rojên tarî re derbas dibe. Her roj hevalên me tên girtin. Em di pêvajoyek wiha de diçin hilbijartina zordest. Heke ku çapemeniya azad tune be, wê hilbijartinek jî azad jî ne pêkan be. Tirkiye di yekreng û yekdengî de bi cih nabe. Tirkiye ji yek zilamî mezintir e. Em ê wek ferdên çapemeniya azad her tim van bînin ziman. Hevalên me yên rojnameger ên girtî berdin.”

‘200 ROJNAMEGER GIRTÎ NE’

Berdevkê Înîsayatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî mafê axaftinê wergirt û wiha axivî: “Niha li Tirkiyeyê rojnameger nikarin biaxivin. Em bi bêdengiya xwe wan şermezar dikin. Heke rojnamegeran bêdeng bikin, wê welat bêdeng bikin. 200 rojnameger girtî ne. Divê mirov vî welatî wek welatê girtîgeha rojnamegeran bi nav bike.”

 Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî jî axivî û destnîşan kir ku kes nikare rastiyê ji wan veşêre û xwest rojnamegerên girtî bên berdan.

‘EM Ê NEBIN ROJNAMEGERÊN YEKTÎP’

 Endama Komîsyona Jinan a TGS’ê Seyhan Avşar daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha got: “Her roj zexta li ser rojnamegeran zêde dibe. Hejmara rojnamegerên girtî gihîşt 180 kesî. Em li qadan têkoşîna azadiya hevalên xwe didin, lê her roj rojnamger tên girtin. Di rojên derbasî de qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin û pişt re 27 hevalên me girtin. Hevpîşeyên me Pinar Gayîp, Semîha Şahîn û Adîl Demîrcî yên xebatkarên ETHA’yê hatin girtin. Tekane sûcê wan ew e ku rojnamegeriyê dikin. Em dibêjin bila baş zanîn, em ê nebin rojnamegerên ku dixwazin bikin yek tîp. Em ê bêdeng nebin.”