‘Em ê alaya Huseyîn Akçîçek bilind bikin’
Komîteya Navendî ya MLKP’ê ji bo Fermandarê Kurdistanê yê MLKP’ê Huseyîn Akçîçek (Alîşêr Denîz) şehîd bûbû, daxuyanî da.
Komîteya Navendî ya MLKP’ê ji bo Fermandarê Kurdistanê yê MLKP’ê Huseyîn Akçîçek (Alîşêr Denîz) şehîd bûbû, daxuyanî da.
MLKP’ê di daxuyaniya xwe ya di 30’ê Tebaxa 2017’an de diyar kiribû ku Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Bejahiyê yên Kurdistanê yê FESK’ê Huseyîn Akçîçek (Alîşêr Denîz) tevî gerîlayê HPG’ê Ogûz Aksû li Nûrhakê ya Meraşê gihiştine şehadetê.
Di daxuyaniya MLKP’ê de ev tişt hatin destnîşankirin:
“Rêheval Alîşêr Denîz ê 43 salî nîvê temenê xwe di şerê şoreşgeriyê de derbas kir. Rêheval Alîşêr Denîz di qadên eniya sendîka û di nav karkeran de xebitî. Di têkoşînên legal-îllegal, aştiya û şîddeta şoreşgerî de, çekdarî û bê çek têkoşiya. Ew 17 salan ji bo şoreşê xebitî.
Di Hezîrana 2010’an de Alîşêr Denîz li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdehiya gerîlatiyê dît. Piştre di sala 2013’an de derbasî Rojava bû û peywireke taybet bi cih anî.
Rêheval Alîşêr Denîz alaya ku wî li nav karkeran, metropolan, çiyayan û Rojava afirand, radestî me kir. Deynê me ye ku em alaya wî hildin û tola wî hilînin û derbên xedar li dijminên xwe yên faşîst bixin.”