'Em doza van girtiyan bernadin'
'Em doza van girtiyan bernadin'
'Em doza van girtiyan bernadin'
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol der barê girtina 6 birîndarên Kobanê de ku rewşa 4 ji wan giran e got, "Eger ev sûcdar bin, bi mîlyonan kesî ev sûc kiriye. Eger ev li dijî qanûnê be bila hemû yên deriyê xwe ji gelê mazlûm û Kobaniyan re vekirin e bên girtin. Ji van girtiyan 2 kes bi giranî birîndar in. Divê demildest bên tedawîkirin. Eger tiştek bi wan bê berperpirsyar dewlet e û nikare hesap bide gel."
Li Rihayê di serdegirtina malê de 6 birîndarên ji Kobanê hatine û 3 welatiyên li wan mêze dikirin û xwediyê malê hatibûn binçavkirin. Diviyabû birîndarên bi wesayîta servîsa lezgîn a 112'yê anîn Rihayê û di qeydên AFAD'ê de navên wan hebû bihatana dermankirin lê dermanên ku bi kar tînin û kursiya bi teker jî wekî sûc hatibû dîtin. Birîndarên ji Kobanê hatine 48 saetan di bin çavan de hatin girtin û ji wan 4 kes û xwediyê malê Mustafa Çîçek bi hinceta "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol li ser girtina wan axivî û diyar kir ku dê îro ji bo serbestberdanê serîl i dadgehê bidin.
'EV KES LI AFAD'Ê QEYDKIRÎ NE'
Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku dewlet di şaşitî û xeteriyeke mezin de ye û anî ziman ku ji go girtina wan ti sedem nîne. Ozbîngol got, "Dema şervanên li Kobanê birîndar dibin dewlet bi ambûlansên xwe yên 112'an wan bi xwe tîne nexweşxaneyên xwe. Her wiha ev li qeydên AFAD'ê qeytkirînin. Gelek saziyên sivîl bi boneya tedawîkirinê şervanên YPG û YPJ kêfxweşiya xwe anîbûn ziman. Piştî vê demê, dema birîndar ji nexweşxaneyê derketin gelek astengî û pirsgirêk derketin holê. Ev girtin jî mînakek e.
Çelîk Ozbîngol da zanîn ku ev girtin qet eleqeya xwe bi qanûnê re nîne û wiha axivî: "Eger ev sûcdar bin, bi mîlyonan kesî ev sûc kiriye. Eger ev li dijî qanûnê be bila hemû yên deriyê xwe ji gelê mazlûm û Kobaniyan re vekirin e bên girtin. Ji van girtiyan 2 kes bi giranî birîndar in. Divê demildest bên tedawîkirin. Eger tiştek bi wan bê berperpirsyar dewlet e û nikare hesap bide gel. Em ê îro serî li dadgehê bidin û heta em encamkê bistînin em ê dest ji vê dozê bernedin."